Li Kampa Serê Kaniyê Roja Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

Li Kampa Serê Kaniyê ya li bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê Roja Zimanê Kurdî bi şahiyekê hat pîrozkirin. Şahî ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî ya bajarê Serê Kaniyê ve li kampê hate lidarxistin.

22.05.2023, Pts - 05:48

Li Kampa Serê Kaniyê Roja Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
Nuçe Belav bike

Li Kampa Serê Kaniyê di şahiya bi boneya Roja Zimanê Kurdî de, şandeyên Perwerdeya Kantona Hesekê û xelkê Serê Kaniyê beşdar bûn.

Xwendekarên zarok ên beşdar hezkirina xwe ji bo zimanê dayika xwe derbirîn.

Xwendekarek dibêje: “Îro Roja Cejna Zimanê Kurdî ye, zimanê Kurdî zimanê me ye, ziman nasnameya me ye û ziman hebûna me ye.”

Di şahiyê de, Komîteya Koçberên Serê Kaniyê, sipasname û xelat pêşkêşî pênc mamosteyan kir ku ji destpêkê ve bi fêrkirina zimanê kurdî mijûl bûne.

Mihemed Haco, yek ji wan mamosteyên ku spasname û xelat wergirtiye. Wî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ew şanaz e ku xelat ji bo zimanê kurdî bi zimanê kurdî wergirtiye.

Mamosteyê xelatkirî Mihemed Haco jî got: “Îro gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji dibistana seratayî heta zanîngehê bi zimanê Kurdî tevî hemû zehmetiyan perwerdeya xwe dibîne. Me jî di destpêka ciwaniya xwe de dest bi xebata zimanê Kurdî kir. Me her tim tevgera xwe da ji bo pêşxistina zimanê Kurdî. Li ser van bingehan piştî xebateke gelek dirêj derbarê zimanê Kurdî de me da meşandan îro em ji aliyê saziya ziman Kurdî hatin xelatkirin. Gelê Kurdî Cejna Zimanê Kurdî weke Newroza duyem bi nav dike.”

Her di şahiyê de, bawernameyên asta yek, du, sê li ser 43 xwendekaran hatin belavkirin.

Niha 30035 koçberên Serê Kaniyê di nav herdu kampên Waşokanî û Serê Kaniyê de dijîn. Ji wan 16306 koçber li Kampa Waşokanî, 13 kîlometreyan dûrî Til Temir dijîn û 13729 koçber li Kampa Serê Kaniyê dijîn.

Li Kampa Serê Kaniyê, 3 dibistanên qonaxa seretayî hene ku nêzî 3000 şagirdan fêr dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 190 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:43:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x