Li Rojavayê Kurdistanê Roja Ala Kurdistanê hat pîrozkirin

Îro 17.12.2022yê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bi boneya Roja Ala Kurdistanê merasîmekî girseyî birêve bir.

17.12.2022, Cts - 16:54

Li Rojavayê Kurdistanê Roja Ala Kurdistanê hat pîrozkirin
Nuçe Belav bike

Di merasîmê de Endamê Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl behsa dîrok û pîroziya Ala Kurd û ew qurbaniyên gelê Kurd kir, ku ji bo bilind ragirtina vê Alê hatiye dayîn.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê hersal roja Ala Kurdistanê bi çalakiyên cuda vê rojê yad dikin û hemwelatî jî ji ber vê boneyê Ala Kurdistanê li mal û cîhên xwe yên kar ve dikin û bilind radigrin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 251 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:51:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x