Li Silêmaniyê cara yekem e Festîvala Heavy Metalê tê lidarxistin

Festîvala Heavy Metalê ya ku bi şêweya muzîka rock li Silêmaniyê bi rê ve çû, cara yekem e li Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.

04.11.2023, Cts - 12:45

Li Silêmaniyê cara yekem e Festîvala Heavy Metalê tê lidarxistin
Nuçe Belav bike

Festîvala bi navê “Peacecore Fest” di meha Îlonê de cara yekem li Almanyayê hatibû lidarxistin, ya duyemîn jî li Silêmaniyê hat lidarxistin.

Çend komên muzîkê yên Herêma Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Îraqê beşdarî festîvalê bûn.

Di festîvalê de ku 3 komên ji Îraq, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê beşdar bûn û ji Herêma Kurdistanê jî projeyeke solo metal amade bû.

Rêkxerê festîvalê Mîr Şemal ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Ev cara yekem e li Îraq û Kurdistanê tiştekî wiha tê kirin. Festîvala cara yekem li Almanyayê hat lidarxistin.

Em jî wekî Dark Phantom beşdar bûn. Dema em li wir bûn, me organîzator nas kir û me got em dikarin li Kurdistanê jî heman tiştî bikin.”

Koma Ferecê jî beşdarî festîvalê bû

Posterên komên navdar ên cîhanê yên wekî Metallica û Black Sabbath di qada festîvalê de hatibûn daliqandin.

Li aliyê din koma muzîka Kurdî ya ji bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê Ferec jî beşdarî festîvalê bû.

Koma Ferecê ya 25 salî ku gelek hezkiriyên wê hene, cara yekem e li Silêmaniyê derdikeve ser dikê.

Damezrînerê koma Ferecê Reh Fuat jî anî ziman:

“Ev cara yekem e ku em bi komên ji welatên din re lê dixin. Ji bo me tiştekî girîng e ku em dibînin komên metal li vir hene.”

“Li Îranê çalakiyên wiha pir kêm in”

Li aliyê din koma Unitiqueyê ya ji Rojhilatê Kurdistanê jî beşdarî festîvalê bû.

Sê ciwanên ji bajarên cuda yên ku li ser înternetê hev nas kirine, sala 2022yan koma xwe ava kirine.

Festîvala Silêmaniyê festîval yekem a ku koma Unitiqueyê tê de konserek da.

Şinoyê gîtarîstê koma Unitiqueyê got:

“Ev performansa me ya yekem e, ez li Îranê derneketim ser dikê. Çalakiyên bi vî rengî li Îranê pir kêm in û eger hebin jî, bi dizî têne kirin.”

Mîtra Xusrewa ku beşdarî festîvala ku li Kargeha Cigareyê ya Kevn a Silêmaniyê hat lidarxistin, ji bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û 6 sal in li Silêmaniyê dijî.

Mîtra Xusrewê li ser festîvalê got:

“Ez gelekî kêfxweş im ku li Silêmaniyê konsera metal hat lidarxistin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 463 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:16:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x