Mesûd Barzanî Cejna Ekîto ya Aşûriyan pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî bi daxuyaniyeke nivîskî sersala nû ya Kildan, Siryan û Aşûriyên Babilî û cejna wan a Ekîtoyê pîroz kir.

31.03.2017, Cum - 12:57

Mesûd Barzanî Cejna Ekîto ya Aşûriyan pîroz kir
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya li ser malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi peyameke nivîskî sersala nû ya Aşûrî Babilî û cejna wan a Ekîtoyê pîroz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî di peyama xwe de got, "Germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kildan Siryan Aşûrî li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Hêvîdarim ev helkeft û serê sala nû ya Aşûrî Babilî destpêkekî nû bê ji bo nehiştina yekcarekiya wan êşên ku li encama hizra tundrewî û êrîşa terorîstan pêk hatiye."

Barzanî di peyama de derbirî ku pêwîst e çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera hemû pêkhatên olî û neteweyî de were parastin û ev tişt gotin, "Ji bo xwîşk û birayên gelê Kildan Siryan Aşûrî dûpat dikim ku Kurdistan welatê me hemûyan e û di xweşî û nexweşiyê da me yek çarenivîs heye û li dijî teror û cûdakariyê de li yek bereyêdan e."

Mesûd Barzanî di dawiya peyama xwe de derbirî ku ew hêvî dike ku aştî û bextewarî ji bo Iraq û navçeyê vegere û gelê Kildani Siryan û Aşûrî jî bigihêjin mafên xwe yên rewa û bi saya azadî û aramiyê cejnên xwe pîroz bikin.

Cejna Ekîtoyê ji aliyê Aşûriyên Babilî ve ev nêzîkî zêdetirî 5 hezar salan e tê pîroz kirin û wekî destpêka sala nû tê qebûlkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1517 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:46:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x