Nêçîrvan Barzanî: Silav li pênûsên ku xizmeta zimanê dayikê dikin

Serokê Herêma Kurdistanê di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de tekezî li ser parastina zimanê Kurdî û hemû ziman û zaraveyên li Kurdistanê kir û ragihand: “Silav li wan pênûsên ku xizmeta zimanê dayikê dikin.”

21.02.2023, Sal - 16:15

Nêçîrvan Barzanî: Silav li pênûsên ku xizmeta zimanê dayikê dikin
Nuçe Belav bike

Îro Sêşemê 21ê Sibata 2023, Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ye. Bi vê helkeftê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser twitterê peyamek belav kiriye û tekezî li ser parastina zimanê Kurdî kiriye.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ragihandiye: “Di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de em tekezî li ser parastin û pêşxistina zimanê şîrîn ê Kurdî û hemû ziman û zaraveyên Kurdistanê dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de gotiye: “Silav li wan pênûsên ku xizmeta zimanê dayikê dikin, pirzimanî û pirçandiya Kurdistanê diparêzin û ji bo pêkvejiyanê dixebitin.”

Neteweyên Yekbûyî (Komîteya UNESCO) di sala 1999an de 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê qebûl kir.

Her sal 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye û hemû gelên cîhanê bi çalakiyên curbecur vê rojê pîroz dikin.

Li cîhanê 6000 ziman hene, lê gelek ji wan di xetereya windabûnê de ne. Piraniya mirovan bi 100 zimanan diaxivin û zimanê Kurdî di rêza 59emîn a cîhanê de ye.

Kurdî pênc zaraveyên xwe yên sereke hene ku her yek ji wan ji çend şêwezaraveyan (devokan) pêk tê:

Zaraveya Goranî: Hewramî, Kendûleyî, Bacelanî

Zaraveya Zazakî: Zazakiya Jorîn (Dêrsim), Zazakiya Navîn (Amed), Zazakiya Jêrîn (Ruha)

Zaraveya Kurmanciya Jorîn: Serhedî, Badînî, Botanî, Rojavayî

Zaraveya Kurmanciya Jêrîn: Kelhorî, Feyî, Kirmaşanî

Zaraveya Kurmanciya Navendî: Soranî, Mukrî, Silêmanî, Germiyanî, Erdelanî

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 846 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:39:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x