Newroz li Rojavayê Kurdistanê hat qedexekirin

Asayişa li Rojavayê Kurdistanê, ahengên şeva Cejna Newrozê li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê qedexe kir, ji ber sedemên ewlehiyê.

18.03.2017, Cts - 12:42

Newroz li Rojavayê Kurdistanê hat qedexekirin
Nuçe Belav bike

Fermandariya Giştî ya Asayişa li Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de pîrozbahiyên şeva Cejna Newrozê li gelê Sûriyî û yê Rojava pîroz kir, bêyî ku navê gelê Kurd daxuyaniya xwe de bîne.

Asayişê got, ji bo berjewendiya giştî û ewlehiyê, hem merasîm û hem jî şêwazên pîrozkirinê û vêxistina agir di şeva Newrozê de qedexe ye.

Herwiha Asayişa li Rojava, çûnûhatina motorsêklan jî ji roja 19 heta 23 mehê qedexe kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1707 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:10:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x