Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK), bi wesîleya destpêka meha Remezanê de peyamek belavkir.
Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK), bi wesîleya destpêka meha Remezanê de peyamek belavkir. Di peyama PAK'ê de van gotinan cih girt:
"Meha Remazanê li hemû misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz be
Bi hêvîya ku Meha Remazanê li hemû cîhanê bibe wesîleya aşitî, aramî, edalet û jiyaneke mirovane û bibe destpêka ku gelê me li her çar perçeyên Kurdistanê jî yekrêz û tifaqên xwe pêk bîne û mafên xwe yên neteweyî , niştimanî bidest bixe, bibe destpêka ku gelê me li ser axa Kurdistanê bikaribe mafê xwe îdare kirinê bidest bixe; em Meha Remazanê ya hemû misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz dikin.
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê"