Pêncemîn Festîvala Cîlo û Golên Satê bi dîlan û govendên Kurdî bi dawî hat

Pêncemîn Festîvala Cîlo û Golên Satê ku li Parêzgeha Colemergê bo dema du rojan hat lidarxistin bi dawî bû. Li gorî amarên parêzgariya Colemêrgê zêdetirî 15 hezar kes beşdarî festîvalê bûne ku beşeke zêde ji wan jî xelkê Herêma Kurdistanê bûne. Beşdarên festîvalê jî daxwazê ji berpirsên parêzgehê dikin ku ji bo sala tê rêyên cihê festîvalê bêne çêkirin.

03.07.2023, Pts - 05:30

Pêncemîn Festîvala Cîlo û Golên Satê bi dîlan û govendên Kurdî bi dawî hat
Nuçe Belav bike

Duyem û dawî roja Festîvala Cîlo, roja Yekşemê 2ê Temûzê hat lidarxistin. Xelkên beşdarî festîvalê bûne xwe gihandina bin sûlava Satê û bi kaşûn û xişokê demên xweş derbas dikin. Derhêner û hunermend klîp û bernameyan amade dikin. Ciwan li ser golên cemedgirtî wêneyan digirin.

Ruken Raperîn a lîstikvan yek ji wan kesan e ku beşdarî festîvalê bûye, ew ji Rûdawê re dibêje: “Me ev der gellek ecibandin, em ji Bazîdê hatine. Çend roj bûn ku me hatina vir plan dikir. Em hatin û em niha naxwazin vegerin mala xwe. Xelkê vê derê jî gellek baş e, ez di klîbê de dilîzim. Em hatin ji bo klîba xwe dîmenan bigirin.”

Senar Yildiz, derhênerekî Kurd e û îsal beşdarî Festîvala Cîlo bûye. Senar dibêje: “Em li vir bernameyê amade dikin û jêhatî û xweşikiya vê derê nişan didin. Em cil û berg û çanda kurda nişan didin. Bila dinya jî bizane ku cihên me ciqas xweş û cindî ne.”

Rihewza jî jineke 62 salî ye û xelkê gundê Satê ye, lê wê herî dawî 22 sal beriya niha gundê xwe dîtibû. Îro bi helkevta Festîvala Cîlo heta ser gola satê hatiye, lê ji ber kêşeyên emnî rê nayê dan ku ew kawlegundê Satê bibîne.

SB- Rihewza Bakir ji Rûdawê re axivî û got: “Ev der cih û warên me û gundê me ne. Em li vir mezin bûne me pez xwedî kiriye û me pênir û keşk amade dikirin. Lê ev bû 22 sal me cih û warên xwe nedîtine. Gundê me dikeve pişt binkeya serbazî eger rê heba min hema xaniyên gundê xwe ditîban ez ê keyfxweştir bam.”

Hemwelatiyek jî bi cil û bergên xwe yên Kurdî û resen berê xwe daye Festîvala Cîloyê. Daxwaza beşdaran ew e ku sal bo sal rê xweştir bibin û xelk bikare bi hêsantir û azadtir serdana Cîlo û Satê û Serê Reşko bike.

Rehmî Çakan dibêje: “Em gellek pê keyfxweş in. Em keyfxweş in ku îro mêvanên me ji her derê hatine. Em jî dixwazin weke herkesê biçin cihên xwe û zarokên me xelkê me malbatên me bi azadî bigerin.”

Temer Şatûnisî jî ji Duhokê tevlî festîvalê bûye. Li ser beşdariya xwe, Temer wiha dibêje: “Ez ji Duhokê hatime ji bo sefrê û festîvalê, gellek xweş bû me gellek kesên xwe û nasyarên xwe ditîn. Keyfa me gellek hat cewekî gellek xweş bû. Berf û avake tezî (cemidî ) heye.”

Pêncemîn Festîvala Cîlo di roja xwe ya duyem de bi konsertên hunermendan û bi dîlan û govend û şahiyan bi dawî hat. Parêzgariya Colemergê jî ji niha ve hewil dide ku salake din zêdetir xelkên ji Ewropayê jî beşdarî festîvale bibin.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:40:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x