Pirtûkxaneya Joyce Blau li Kela Hewlêrê vebû

Wek rêzgirtin ji têkoşîn û piştevaniya wê ya ji bo doza Kurdî, pirtûkxaneya Joyce Blau, damezrînera Enstîtuya Kurdî li Fransa li Kela Hewlêrê hate vekirin.

13.05.2023, Cts - 17:28

Pirtûkxaneya Joyce Blau li Kela Hewlêrê vebû
Nuçe Belav bike

Pirtûkxaneya Joyce Blau duhî Înê ji aliyê Konsulxaneya Fransa li Hewlêrê ve li Kela Hewlêrê hate vekirin.

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw, Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê Oliver Decottigiens, Serokê Enstîtuya Kurdî li Fransa Profesor Kendal Nazan, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa Elî Dolamerî û hejmarek mamosteyên zanîngehên Fransayê, di merasîma vekirina pirtûkxaneya de amade bûn.

Joyce Blau nivîskar, zimanzan û pisporê ziman û wêjeya Kurdî ye. Doktoraya xwe ya Kurdî ji zanîngeha Sorbonnê wergirtiye û niha li wir mamosteya Kurdî ye. Joyce Blau yek ji damezrêner û rêvebirên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye.

Joyce Blau xwedî gelek berhemên edebî ye, ji wan ya herî girîng ferhenga Zimanê Kurdî/Frensî/Îngilîzî ye ku yekemîn ferheng e di vî warî de li Fransayê derketiye.

Herwiha Joyce Blau ferhenga Kurdî-Fransî û gotarên li ser bikaranîna zimanê Kurdî di Soranî û Kurmancî de nivîsandine û gelek berhemên wêjeyî wergerandine.

Ji berhemên wê:

Pirsgirêka Kurd, lêkolîneke civakî û dîrokî di sala 1963 de

Kurdên Amediyê û Çiyayê Şingalê - Analîzên Zimannasî û Deqên Folklorî di 1975 de

Cihûyên Kurdistanê di sala 1985 de

Kelepûra Kurdî di 2012 de

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 326 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:19:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x