‘Pirtûkxaneya Kurdiye’ piştî 82 salan deriyê xwe digire

Yek ji kevintirîn pirtûkxaneya li Sûriyê bi navê “Pirtûkxaneya Kurdiye”piştî 82 salan deriyê xwe digire.

29.12.2022, Per - 05:52

‘Pirtûkxaneya Kurdiye’ piştî 82 salan deriyê xwe digire
Nuçe Belav bike

Yusuf Kurdiye, ku bi xwe berber bû, destpêkê pirtûk û rojname xistine cihê xwe yê berberiyê, piştre sala 1940 ew pirtûkxane li bajarê Ceblê ava kiribû, piştre mala xwe biribû Laziqiyê, pirtûxane jî bi xwe re biribû wê derê.

Ji wê demê ve zarok û neviyên wî pirtûkxane îdare dikirin.

Pirtûkxaneya Kurdiye, ne tenê pirtûk li Sûriyê belav dikirin, her wiha bi rêya transportê derbasî derveyî Sûriyê dikirin û ji wê pirtûkxaneya mezin, pirtûk digihiştin hemû cîhanê.

Rêveberê pirtûkxaneyê Welîd Kurdiye ku neviyê Yusuf Kurdiyê ye, got: “Ne tenê ji ber kêmbûna xwendevanan, lê ji ber ku her tişt buha bû ye û xelkê bi awayekî qursan pirtûkan kopî dike, me zerareke mezin dît û em neçar bûn pirtûkxaneyê bigirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:49:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x