PSK: Divê Kurdî li Kurdistanê Bibe Zîmanê Fermî

Bi alîyê Partîya Sosyalîst a Kurdistan derheqa roja zimên belavokek, kopîyek ji nerînaazad ra hatîye şandin, hat belavkirin.

21.02.2018, Çar - 15:42

PSK: Divê Kurdî li Kurdistanê Bibe Zîmanê Fermî
Nuçe Belav bike

Li belavoka Partîya Sosyalîst a Kurdistan'ê (PSK) hat gotin ku divê Kurdî li Kurdistanê bibe zimanê fermî.

Belavoka PSK'ê em ji xwendewanên xwe pêşkêş dikin:

Divê Kurdî li Kurdistanê Bibe Zîmanê Fermî

Divê Xweyî Li zimanê Xwe Derkevin

Îro 21ê Sibat, Roja Zimanê Zikmakiya Navnetewî ye.

Lê belê tedayên, ku li ser ziman û çanda Kurd heye, îro jî berdewam e.

Axaftina Kurdî weke berê ne qedexe ye, kesên ku Kurdî diaxivin nayên sizadanê.

Lê belê yên, ku Kurdî diaxivin wekî tawanbar tênê hesibandin û dikevine ber êrîşa faşîst û nijadperestan.

Di hinek zaningehan da beşên Kurdolojî û navendên zimanê Kurdî hatine damezrandin, mamosteyên zimanê Kurdî hatine perwerde kirinê.

Lê belê ji ber ku perwerde bi zimanê Kurdî nîne, mamosteyên Kurdî bê kar in.

Kanaleka televîzyona dewletê bîstuçar saet bi Kurdî bername belav dike.

Ligel vê yêkê jî kanalên taybet yên kurdî têne daxistin; di bernaman da, xasima bernameyên zarokan da bi kar anina zimanê Tirkî mercê serekî ye.

Di Rewşa Awerte û sîstema Biryarname Di Hukmê Qanunê Da, rojname û kovar û malperên Kurdî têne daxistin.

Dewleta asîmîlasyonist baş dizane, ku bandora ziman û perwerde bi zimanê zikmakî li ser pêkhatina nasnameya netewî gelek e. Bona vê yêkê hinek xalên Peymana Mafên Zarokan bi taybetî yên, ku li ser perwerde bi zimanê zikmakî ne, îmze nekiriye.

Dewlet her usa xalên peymanên Yekitiya Ewropa yên bi vî rengî cî be cî nake, şuna vê karê sosret dike wekî vê, ku Kurd zimanê xwe bi pere û di dersên bijarde de hîn be.

Siyaseta asîmîlasyonê, Ku waxta demezrandinê da hevêna dewletê bû, bi metodên nermok û zirav berdewam e.

Bona vê yêkê jî xebat dijî hemberê zordarî û tedayên li ser ziman û çanda Kurd, ji bona hêzên welatparêz û demokratan, erkê serekî ye.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK carekî dinê hemu teda û zordariyên dewlet yên eşkere û veşartî mahkûm dike.

PSK bi boneya 21e Sibatê carekî dinê banga hêzên demokrat û welatperwer dike, ku bi hevra dijî tedayê li ser ziman û çanda Kurd xebat bikin, bona azad kirin û geşbûna ziman û çanda Kurd destê xwe bidine hevdu.

Divê li Kurdistanê Kurdî bibe zimanê fermî!

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1412 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:44:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x