Rewşenbîrên Kurd ferhengeke Kurdî-Fînlandî amade dikin

Soran Zeki û Hisên Mihemed ku li Fînlandiyayê dijîn, ferhengeke Kurdî-Finlandî amade kir.

02.03.2024, Cts - 16:17

Rewşenbîrên Kurd ferhengeke Kurdî-Fînlandî amade dikin
Nuçe Belav bike

Zimanzan Soran Zekî ku bi eslê xwe ji bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, ji destpêka salên 1990î ve li Fînlandiyayê dijî.

Akademîsyenê Kurd Soran Zekî ku li Fînlandayê bi giranî li ser ziman û edebiyata Kurdî û her wiha Fînlandî xebitiye, niha bi hevalekî xwe re li ser ferhengeke zaravayê Soranî ya Kurdî û Fînlandî dixebite.

Ferhenga ku bi zaravayê Soraniyê hatiye amadekirin ji 30 hezar peyv û 70 hezar hevokan pêk tê.

Soran Zekî ku bû mêvanê bernameya Diyasporayê ya Rûdaw TVyê, bi bîr xist ku Wezareta Rewşenbîrî ya Fînlandiyayê sala 2012an “projeya çandên koçberan” ragihand.

Soran Zekî got:

“Piştî wê daxuyaniyê me got ku em ferhengeke Kurdî-Fînlandî çêbikin. Ev sê sal in em li gel parêzerê ji Zaxoyê Hisên Mihemed ferhengê dinivîsînin.

Bi Fînlandî û zimanên din ferheng û navnîşan hebûn lê bi Kurdî nebûn. Demeke dirêj li kampên li vir min mamostetî kir. Li vir jî pêwîstiya ferhengê bi zelalî derket holê.”

Soran Zekî diyar dike ku Alî Bayrakli û Hisên Mihemed berê ferhengeke Fînlandî û ya bi zaravayê Kurmanciyê ya Kurdî amade kiribûn û got:

“Hisên Mihemed niha ji bo Soranî jî alîkariya me dike.

Fînlandiya di warê perwerdehiyê de welatekî pêşketî ye lê erka me jî heye ku em zimanê xwe yê ku di bin metirsiya windabûnê de ye, biparêzin û geş bikin.”

Nivîskar Soran Zekî 10 pirtûkên wêjeyî û hunerî yên bi zaravayê Soranî û Kurmancî yên Kurdî nivîsandine û 13 pirtûk jî ji Fînlandî wergerandine Kurdî.

Di nav pirtûkên Soran Zekî de, berhemên edebî yên kurdî yên ku bi zimanê fînî hatine wergerandin û ji bo zarokan jî hene.

Pirtûkên helbestvanê kurd ê navdar Şêrgo Bêkes û kurê wî Helo Şêrgo Bêkes jî du pirtûk in.

Soran Zekî anî ziman ku parastina ziman û wêjeya kurdî gelekî girîng e û got, ew hêvî dike ku berhemên wî bibe sedema vejîna ziman û wêjeya kurdî li Fînlandiyayê.

Nivîskar Zekî got ku ew hêvî dike ku berhemên wî bibe sedema vejîna ziman û wêjeya Kurdî li Fînlandiyayê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 348 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:46:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x