Rojnamegeriya Kurdî 125 salî ye

Îro 22ê Nîsanê Roja Rojnamegerîya Kurdî ye. Di sala 1898an de wate 125 sal beriya niha li paytexta Misirê Qahîreyê, rewşenbîrê Kurd Miqdat Midhet Bedirxan rojanemya bi navê “Kurdistan” derxist.

22.04.2023, Cts - 13:44

Rojnamegeriya Kurdî 125 salî ye
Nuçe Belav bike

Îro, 22.04.2023, hevdem li gel derketina yekemîn hejmara Rojnameya Kurdistanê ku 125 sal di ser wê rojê re derbas bûn, 25 sal jî di ser damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê re derbas dibin.

22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye, ji ber ku “Rojnameya Kurdistan” rojek wekî îro dest bi weşanê kir. 125 sal berê ango di sala 1898an de Miqdad Mîthad Bedirxan cara yekemîn li Paytexta Misir bajarê Qahîreyê rojnameyeke Kurdî ya bi navê “Kurdistan” derxist.

Rojnameya Kurdistanê li ser hev 31 hejmar çapkirin. Miqdat Midhet Bedirxan 5 hejmarên pêşîn derxist, lê ji ber zordestiya dewleta Osmanî, Miqdat Midhet Bedirxan nekarî rojnameyê berdewam bike.

Ji ber wê birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi derxistina rojnameya Kurdistanê kir.

Hejmarên yekemîn heta 5emîn li Qahîreyê, 6emînê heta 19emîn li bajarê Cinêv a Swîsreyê, 20emîn heta 23emîn careke din li Qahîreyê, hejmara 24ê li Londonê, 25ê heta 29ê li Îngilistanê û hejmarên 30 û 31ê jî dîsa li Cinêvê hate çapkirin û weşandin.

Piştî rojnameya Kurdistan bi rêzê rojnameyên Şark û Kurdistan, Amîd-î Sevda, Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Yekbûn û Kovara Jîn û herwiha rojnameyên bi navê Kurdistan û Jîn hatine çapkirin.

75 salan piştî derketina rojnameya Kurdistanê, di 1973an de li Başûrê Kurdistana, 22ê Nîsanê wek “Roja Rojnamegerîya Kurdî” hat destnîşankirin û ji wê rojê ve her sal ev roj tê pîrozkirin.

Ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran rojname û kovarên Kurdî derketine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 504 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:11:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x