Romana Jan Dost a bi navê ‘Kobanî’ derket

Helbestvan û romannivîsê Kurd Jan Dost romana xwe ya bi navê “Kobanî” qedand û niha ew roman ji Weşanxenya Dara der çûye û li ber destê xwendevanan e.

23.05.2017, Sal - 08:29

Romana Jan Dost a bi navê ‘Kobanî’ derket
Nuçe Belav bike

Romanivsê Kurd Jan Dost, beşdarî bultena saat 19.00 ya Rûdawê bû û mizgîbiya derketina romana Kobanî da.

Jan Dost ku bi xwe ji Kobanî ye, bajarê xwe kire roman û têde behsa şer û berxwedana bajêrê xwe dike.

Dost da zanîn ku ew dê roja Çarşemê 24ê Gulanê ji Almanyayê here Stenbolê û beşdarî îmzekirina pirtûka xwe bibe.

Nivîskarê Kurd bal kişand li ser girîngiya wergera berhemên kurdî ji bo zimanên biyanî da zanîn ku wî bixwe 5 romanên xwe wergerandine zimanî erebî. Jan Dost ew dixwaze bi romanan çanda kurdî li welatên dî bide nasîn û bide xuyandin ku çandeke dewlemend a Kurdan jî heye.

Di bultenê de Jan Dost herwiha eşkere kirk u niha ji wergerandina almanî xebat li ser romana wî Kobanî tê kirin û herwiha jib o zimanê îtalî jî soz standiye. Dost got jî roman dê bi zarava soranî jî di demekê nêzîk de were çapkirin.

Rewşa Kobanê ya dijwar bandoreke mezin li Jan dike û dibe sedemek ji bo nivîsandina vê romanê.

Naveroka romana Kobanî behsa êş û kesera mezin a xelkê wî bajarî dike û diyaloga karakteran jî bi zaravaya Kobanî bi xwe ye.

Herwiha romana Kobanê bîranîn û bûyerên romannivîs û zaroktiya wî jî tînin ziman.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2917 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:45:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x