Şanoya 'Kulav û Peyk li Hewlêrê hat pêşkêşkirin

Şanoya “Kulav û Peyk” ji aliyê şanokarên Dihokê ve li Peymangeha Hunerên Ciwan a Hewlêrê hat pêşkêşkirin. Şanonivîsê wê dibêje: Naveroka wê şanoyê asêbûna çend kesekan di kunceke jiyanê de ye ku tûşî çend arêşeyekên civakî bûne.

11.10.2023, Çar - 11:46

Şanoya 'Kulav û Peyk li Hewlêrê hat pêşkêşkirin
Nuçe Belav bike

Şanoya Kulav û Peyk berhemê Koma Şivan û Rêveberiya Hunerî ya Şanoyê ya Dijokê ye û ji nivîsîna Esan Kenfan û wergêrana Ha Ebdulezîz û amadekirina Adil Hesen e û cara yekê jî li Peymangeha Hunerên Ciwan a Hewlêrê û di çarçoveya werzê Payîzê yê Hewlêrê de hat pêşkêşkirin.

Şanonivîs Ha Ebdulezîz ji bo Kurdistan24ê dibêje: Naveroka wê şanoyê asêbûna çend kesekan di kunceke jiyanê de ye ku tûşî çend arêşeyekên civakî bûne. Ekterên vê şanoyê li pey derkeftina ji nav wan giriftan û aloziyên jiyanê û vedîtina rêyeke bexteweriyê sergerdan in.

Herwesa got: Ev berhem bi rengekî cuda û pirî guhertin û guncandin bi edetên civakî yên Rojhelava Navîn re hatiye amadekirin. Herwesa me tevlihevkirinek kiriye ku ev berhem nêzî jiyana neteweyî ya Kurd û Ereban be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 281 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:22:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x