Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarte yên ku di sala perwerdeyê ya 2024-2025an de li dibistanên amadeyî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên dayîn di 30ê Kanûnê de dest pê kir.
Serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî dê heta 12ê Sibatê berdewam bikin.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî li ser mijara hilbijartina dersa Kurdî bû mêvanê bultena Rûdawê bersiva pirsên Hêvîdar Zanayê da.
“Berpirs gelek caran serlêdanan winda dikin”
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî got:
“Tedbîrên burokratîk ên ku ji xwe re kirine wek rêbazekê sal bi sal bêhtir parzûnandî dibin. Her carê tiştekî lê zêde û kêm dikin. Berpirs gelek caran serlêdanan winda dikin.
Niha jî dest pê kirine kom bi kom çê dikin ku hewl didin zarok derseke din hilbijêrin. Em dibînin ku ji xeynî ya siyasî berxwedaneke burokratîk jî heye.”
Cizîrî gilî û gazinên xwe li Kurdan jî kir û anî ziman:
“Her sal em dibêjin, sal bi sal xwezî bi par. Dema ku saziyên dewletê yên ku berpirs in di vir de durûtiyê bikin dê karê me jî hinekî zehmettir bibe.
Ji ber ku li aliyê din Kurd bi xwe jî di vî warî de ne gelekî xwedî hişmendiyeke birêkûpêk in. Hinek ji me li dijî wê ne, hinek guh nadinê, hinêk dibêjin Kurdî bi kêr nayê.
Bi ya min ev destpêkek e. Dema meriv zimanê Kurdî hilbijêre destpêkek e, ne armanca me ya dawî ye ku ew jî zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê.”
“Di nav Kurdan de jî dudilî heye”
Cizîrî li ser pirsa “Astengiyên burokratîk nabin sedem ku Kurd zêdetir xwedî lê derkevin?” got:
“Divê wiha ba lê dema ku di vî warî de hişmendî qels be, daxwaz zêde ne xurt be bi ya min ew berxwedan hinekî lawaztir dibe.
Dema aliyê Kurdan, partiyên siyasî, saziyên sivîl ew hemû bi hev re kampanyayeke birêkûpêk bimeşandana dê xurttir biba lê em dibînin ku di nav Kurdan de jî dudilî heye.
Ne tenê Kurdên ku endamê platforma me ne, gelek caran derdorên ku ev reform kirin wek AK Partiyê ew jî qels in û çalak dernakevin.
Di nav wan de parlamenterên ku payebilind in hene lê deng ji wan nayê. Tu dibêjî qey lihevhatineke dizî heye ku di vê meseleyê de neaxivin.
Heger bi rastî ew jidil bana dê li dijî tedbîrên burokratîk derketana, dê ji berpirsan re bigotana ku mafê we nîne hûn dê û bav û xwendekaran ji vî mafî bêpar bihêlin.
Aliyê dewletê û hikûmetê û partiyên nêzîkî wan di vê mijarê de dudilî ne, ne jidil in.”
Li gorî daxuyaniya Birêveberiya Giştî ya Perwerdeya Bingehîn a Wezareta Perwerdeya Tirkiyeyê eger herî kêm 10 xwendekar dersa Kurdî hilbijêrin, dê dersa Kurdî li dibistanan were dayîn.
Di salên derbasbûyî de yek ji astengiyên li pêşiya dersên bijarte yên Kurdî nebûna mamosteyan wekî hincet dihat nîşandan.
Li gorî daxuyaniya wezaretê eger li dibistanekê dersek were hilbijartin û mamosteyê wê dersê li wê dibistanê tinebe, dê ji dibistaneke din mamoste bê dabînkirin. Eger ev jî ne pêkan be dê mamosteyek bi pere were erkdarkirin.
Xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarin heta 12 Sibatê bi rêya online an nivîskî serî li dersên Kurdî bidin û hilbijêrin û li ser sîstema e-okulê bê tomarkirin.