Serok Barzanî cejna Rojiyên Êzî pîroz dike

Serok Barzanî: Em tekeziyê li tebayî û berfirehkirina ferhenga pêkvejiyan û lêborîn û biratiyê di navbera hemî pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistanê de dikin

15.12.2023, Cum - 06:32

Serok Barzanî cejna Rojiyên Êzî pîroz dike
Nuçe Belav bike

Bi helkefta hatina cejna rojiyên Êzidiyan ku bi Rojên Êzî hatîye naskrin, serok Mesûd Barzanî peyameka pîrozbahiyê arasteyî tevaya Êzidîyan li Herêma Kurdistanê û cîhanê dike, ev jî tekista wê ye:

"Bi navê Xudê mezin û dilovan

Bi helkefta cejna Rojiyên Êzî, ez pîrozbahiyê li xûşk û birayên Êzidî li Kurdistanê û hemî cîhanê dikim. Ez hîvîdar im ev cejne aramî û xweşî û bexteweriyê bo hemî xûşk û birayên Êzidî di gel xwe bîne.

Her bi vê helkefta pîroz, em tekeziyê li tebayî û berfirehkirina ferhenga pêkvejiyan û lêborîn û biratiyê di navbera hemî pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistanê de dikin.

Cejna hewe pîroz be û hemî rojên we cejn û xweşî bin."

Mesûd Barzanî

14ê Berçileya 2023ê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1038 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:54:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x