Serokwezîr: Newroz ji bo Kurd û Kurdistanê cejna vejînê ye

Bi helkevta cejna Newrozê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir û têde daxwaz kir, ku bi awayê jihevtêgehiştinê û aştiyane hemû prisgirêk û nakokiyên navxweyî bi dawî bibin.

21.03.2017, Sal - 05:42

Serokwezîr: Newroz ji bo Kurd û Kurdistanê cejna vejînê ye
Nuçe Belav bike

Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku niha Kurdistan cejna serkevtin û têkbirina DAIŞê digire û pîrozbahiyên cejnê li hemû pêşmergeyên qehreman, Asayiş, hêzên navxwe û kesên xwebexş dike, ku ewlehî û îstîqrara Kurdistanê parastine.

Nêçîrvan Barzanî Newroza îsal bi cejna serkevtin û têkişkandna DAIŞê bi nav kir û got: “Cejna Newrozê bi dirêjahiya dîroka Kurdistanê, hevdem li gel nûbûna xwezayê, roja nûbûna rihê niştimanperweriya kurd jî bûye, ji ber wê jî bi rastî Newroz ji bo Kurd û Kurdistanê cejna nûbûnê û vejînê ye.”

Barzanî dibêje ji ber xweragirya fermanberan, ew pîrozbahiyek taybet li wan dike û tekez dike, ku fermanberan bi wî karê xwe hêz dane gel û Hikumeta Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya Newrozê de balê dikişîne ser rewşa dijwar a Kurdistan tê re derbas dibe û dibêje: “Raste di Newroza îsal de hêşta gelek ji xelkê xoşewîstê Şingalê di bin destê DAIŞê de mane, û hêj dijwariya şerê DAIŞê û bandora wê li ser gelê Kurdistanê maye û hêj jî giraniya krîza aborî li ser Kurdistanê maye, lê bi hewlên nerawestiyayî bi awayekê berdewam xwîşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tên rizgarkirin, serkevtina Pêşmerge, gelê Kurdistanê weke milleteke parêzvanê azadiyê û nirxên mirovahiyê bi tevahiya cîhanê daye naskirin. Îradeya xelkê Herêma Kurdistanê û karkirina berdewam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna reforman û rêkxistina karûbarên hikûmetê û hevbeşîkirina li gel dezgehên navdewletî di vê bareyê de, hêviyeke bihêz ji bo bidawîkirina hemû krîz û arîşeyan didin.”

Di beşekî din ya peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî daxwazê ji hemû aliyan dike, ji bo parastina hemû deskevt û pêşkevtinên li Kurdistanê dengê xwe bikin yek, ji bo ku bikaribin bi şêweyekî ji hev têgihiştin û aştiyane hemû kêşe û nakokiyên navxweyî, pirhêzî û guhnedana bi serweriya xak û Hikûmeta Herêma Kurdisyanê, dawî pê bînin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1674 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:46:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x