Şivan Perwer cara yekemîn e derdikeve tûrneya cîhanê

Hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer, 50emîn salvegera xwe ya di muzîk û hunera Kurdî de pîroz dike.

21.11.2023, Sal - 07:48

Şivan Perwer cara yekemîn e derdikeve tûrneya cîhanê
Nuçe Belav bike

Hunermendê navdar, bi vê wesîleyê cara yekemîn e derdikeve tûrneya cîhanê.

Agahiya tûrneyê li ser hesabê medyaya civakî yê Şivan Perwer hat parvekirin.

Li gorî vê Şivan Perwer dê 23yê Kanûna Pêşîn, li bajarê Duisburgê yê Almanyayê starta tûrneyê bide.

Piştî wê, bi dorê ve dê li Fransa, Holanda, Brîtanya, Swîsre, Japonya, Swêd, Herêma Kurdistanê û Îsraîlê konseran bide.

Weqfa Çandê ya Şivan Perwer jî têkildarî tûrneyê daxuyanî da:

“Efsaneyê dijî, Şivan Perwer 50 saliya xwe ya di xana muzîk û hunera Kurdî de bibandor pîroz dike.

Bi deng û stranên xwe yên bêhempa, pêşkeftinên dîrokî û çîrokên welatê me vedibêje. Bi vî rengî dilê bi milyonan xweş kiriye.

Feylesof û dîroknasê navdar Hannah Arendt (1906-1975) gotibû; ‘Ti mafê kesên bêwelat nîne û ew kes derqanûnî ne. Ji ber vê yekê mafê herî girîng ê mirovan, bûyîna xwedî mafan e.’

Ji ber wê sedemê parastina hûner û çanda Kurdî girîng e. Ji ber vê yekê muzîka wî mîraseke çandî ye ku dîrokê ronî dike. Stranên wî delîlê êş û hêviyan in.

Şivan Perwer ne tenê stranbêj, helbestvaneke ku rihê civakê ber bi xwe ve dikişîne.

Bandora wî li ser çanda Kurdî û muzîka cîhanê nayê înkarkirin.

Em nûnerên medyayê bi dilgermî vedixwînin tûrneyê ku ew jî bibin beşek ji vê rewitiya muzîkê ya awarte.

Şivan Perwer balyozê gerdûnî yê pirengiya çandî û mirovahiyê ye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 359 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:44:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x