Stiranbêjeke navdar a Rûsyayê ku ji neteweya Kurd e ji aliyê Papa Fransis ve hat xelatkirin

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê radigehîne, “Xelata rêzlêgirtinê ji aliyê Papa Fransis ve pêşkêşî stiranbêja Operayê Sivêtlana Kasiyan û malbata wê hat kirin, ku welatiyeke Rûsyayê ya Kurd a Êzidî ye.

12.06.2024, Çar - 16:39

Stiranbêjeke navdar a Rûsyayê ku ji neteweya Kurd e ji aliyê Papa Fransis ve hat xelatkirin
Nuçe Belav bike

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê radigehîne, “Xelata rêzlêgirtinê ji aliyê Papa Fransis ve pêşkêşî stiranbêja Operayê Sivêtlana Kasiyan û malbata wê hat kirin, ku welatiyeke Rûsyayê ya Kurd a Êzidî ye.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê Daner Ebubekir îro (Çarşem, 12.06.2024) ji ajansa K24ê re ragehand, “Di du salên borî de tevgereke siyasî ya aloz li cîhanê derkeftiye, ew jî hevrikiyên rojava û Rûsyayê ne ku gehiştine astekî wesa ku aliyên keltûrî û hunerî û zanistî jî vebigire, yek ji siyasetên rojavayê hilweşandina destkeftiyên Rûsyayê ye yên ku di warên keltûr û werziş û hunerê de bi dest xistine.”

Daner Ebubekir amaje jî da, “Em her roj nûçeyên cuda cuda dibihîzin ku çawa stiranbêj an werzişvanekî medalyaya xwe winda kiriye an jî peymaneke hunerî pê re hatiye hilweşandin ku bi navendek an jî şanoyeke Ewropayî re hebû.”

Navbirî herwesa got, “Tiştekî dilxweşker e ku hêşta hin serkirde li cîhanê hene ku dikarin li dijî van bername û pilangêriyan rabibin û di berjewendiya destkeftiyên hunerî û behredarên Rûsyayê de tev bigerin. Mînaka vê mijarê jî ew e ya ku Rêberê Cîhanî yê Katolîkî Papa Fransis kiriye; xelata spasnameya rêzlêgirtinê ya bilind pêşkêşî welatiya Rûsyayê ya bi netewe Kurd a Êzidî stiranbêja Operayê Sivêtlana Kasiyan û malbata wê kiriye.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 425 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:04:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x