Stêrkên cîhanî: ‘Ez spasiya gelê Kurdistanê dikim’

Gelek stêrkên Hollywoodê yên wekî Will Smith, Johnny Depp, Sharon Stone, Diane Kruger, Jason Statham ve Michelle Williams cihê xwe yê di festîvalê de girt.

08.12.2023, Cum - 17:41

Stêrkên cîhanî: ‘Ez spasiya gelê Kurdistanê dikim’
Nuçe Belav bike

Gelek stêrkên cîhanî yên ku beşdarî Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Deryaya Sor bûn ji Rûdawê re axivîn.

Organîzatorên 3yemîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Deryaya Sor ku li bajarê Cideyê yê Erebistana Siûdiyê tê lidarxistin, îsal girîngiyeke mezin didin beşdariya stêrkên cîhanê.

Festîvala ku 30ê Çiriya Paşînê dest pê kir dê heta 9ê Kanûna Pêşînê bidome. Herwiha gelek stêrkên Bollywoodê yên wekî Shah Rukh Khan,

Priyanka Chopra, Sonam Kapoor, Ranveer Singh, Alia Bhat, Katrina Kaif û Freida Pinto û gelek stêrkên Ereb jî reng da festîvalê.

Nûçegihanê Rûdawê Peyam Serbest di heqê festîvalê de bi gelek stêrkên cihanî re axivî.

“Ez serbilind im ku wekî Cihûyekî li vê derê me”

Serokê lijneya Festîvalê Baz Luhrmann ji Peyam Serbestê re got:

“Ez serbilind im ku wekî Cihûyekî li vê derê me çimkî em li vê derê digihin hevdû.

Me li 17 filman temaşe kir û kalîteya wan bandor li me kir.

Em kêfxweş, em bi pêş ketin, em gelek caran giriyan û keniyan.

Derhênerên filman di vê dema zehmet de bi bîra me xist ku ‘tiştê herî girîng mirovbûn e.’”

Baz Luhrmann herwiha destnîşan kir ku nifûsa ciwan a Erebistana Siûdiyê ji bo wî welatî şansekî girîng û pê de çû:

“Divê vî tiştî bidomînin, divê berdewam bikin ku tiştên baş bikin.

Piraniya beşdarên festîvalê ciwan bûn, ev jî me kêfxweş dike.

Ji sedî 75ê nifûsa vî welatê din bin 45 salan re ye. Paşeroja wan heye û destên wan de ye. Naxwazin kes li ser paşeroja wan biryarê bide.”

Li aliyê din, Jason Statham ji nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê re behsa projeyên xwe yên nû kir:

“Projeyeke min a nû ya bi navê The Beekeeper heye ku derhênerê wê David Aray e.

Film dê sala pêşiya me meha kanûna pêşînê were nîşandan. David Aray derhênerekî bêhempa ye.”

Stêrka navdar a Bollywoodê Alia Bhatt jî beşdarî festîvalê bû û bi vî awayî ji Rûdawê re axivî:

“Li gorî min bûna li vê derê tiştekî bêhempa ye. Dema min bihîst ez hatime vexwendin ez gelekî kêfxweş bûm.

“Tu dixwazî ji gelê Kurdistanê re çi bibêjî?”

Min zanîbû ev festîval cara sisêyan tê lidarxistin lê organîzasyona baş a li vê derê gelek bandor li min kir.

Ez bi kelecan im û bernameyeke têr û tiji heye li vê derê. Bi ya min dê her kes bixwaze beşdarî vê festîvala girîng bibe.”

Alia Bhattê pirsa “Tu dixwazî ji gelê Kurdistanê re çi bibêjî?” wiha bersivand:

“Ez hezkirina xwe ji wan re dişînim û spasiya wan dikim.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 459 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:47:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x