Şêwirmendê Civata Ewlekariya Kurdistanê bi boneya Newrozê peyamek weşand!

Sersala Kurdî û cejna netewî ya Newrozê li tevahiya aliyan pîroz dikim

20.03.2017, Pts - 12:43

Şêwirmendê Civata Ewlekariya Kurdistanê bi boneya Newrozê peyamek weşand!
Nuçe Belav bike

Sersal û cejna netewiya Newrozê li malbetên serfiraz yên şehîdan, pêşmergeyên leheng û qehreman, karmendên dezgehên ser bi civata ewlekariya Kurdistanê, polîs û tevahiya gelê berxwedêr yê Kurdistanê pîroz dikim û hêviya cejneke xweş û kameran ji wan re dixwazim.

Niha ku dever di nava guhertinên bilez deye, hêviya pêşerojeke geş bo gelê me ji me tê kirin, çawe pêşmerge bi qehremanî û qurbanîdan û welatiyên Kurdistanê jî bi berxwedan astengiyên heyî derbas kirin her wisa jî lazime tevahiya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê jî bi yek helwest, yek îrade û bi canê nîştimanperwerî û hezkirin ji xak û netew li hember tevahiya wan metirsiyan rawestin daku bikaribin ew qonaxa han derbas bikin û bigehêjin bi xweziyên şehîdan ku xweziya sazmandehî kirina nîştiman û welateke serfiraz û bihêze û lazime em jî bo vê yekê pêngavên xwe bileztir bikin daku li hember xwîna şehîdan, karesatên ku rastî gelê me hatine di enfal û komkujiyan de, dewleta serbixwe bikin xelat û diyarî bo gelê Kurdistanê.

Her bi vê minasebeta han daxwaz ji tevahiya dezgehên ewlekarî dikin, weke hertim hişiyar û çav vekirî bin bo dabîn kirina rewşeke aram û biewle bo tevahiya welatiyên hêja û birûmet û ew kesên ku jiber tundûtîjî û şerên deverên din berê xwe dane Kurdistanê.

Şêwirmendê Civata Ewlekariya Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

20 Adara 2017

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1270 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:10:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x