Tenê sê weşanxaneyên Kurdî beşdarî 39emîn Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê bûne

Weşanxaneya Nûbiharê ji Stenbolê, Weşanxaneya Dara / Pirtûkakurdî ji Amedê, Weşanxaneya Sîtavê jî ji Wanê beşdarê fûarê bûn.

06.12.2022, Sal - 14:53

Tenê sê weşanxaneyên Kurdî beşdarî 39emîn Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê bûne
Nuçe Belav bike

39emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Stenbolê piştî 2 salan di 3ê Kanûnê de, li navçeya Beylikduzu li qada fûara TUYAPê dest pê kir. Di pêşangehê de derdora hezar weşanxane beşdar in, lê belê tenê 3 weşanxane Kurdî beşdar in. Gelek weşanxaneyên Kurdî ji ber mesrefên zêde nikarin beşdar bibin.

Ew her 3 weşanxane jî ev in; Weşanxaneya Nûbiharê ji Stenbolê, Weşanxaneya Dara / Pirtûkakurdî ji Amedê, Weşanxaneya Sîtavê jî ji Wanê beşdarê fûarê bûn.

Berpirsên weşanxaneyên Kurdî didin zanîn ku fûara pirtûkan ji bo weşanxaneyan pir girîng e, lê ew ji ber krîza aborî û heqê cih û mesrefa neqilkirina pirtûkan dikevin tengasiyê.

Gerînendeyê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevik dibêje “Fûara pirtûkan ji bo weşanger, nivîskar û xwendevanan îmkaneke gelek baş e. Lê gelek weşanxaneyên Kurdî li gorî firotina xwe nikarin mesrefên xwe derxin. Ji loma jî ew nikarin beşdar bibin. Jixwe hinek ji wan jî ne li Stenbolê ne.”

Gerînendeyê Giştî yê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî got “Eleqeya bo standa me ne xirab e, lê em hêj zêdetir hêvî dikin. Ji bo kirêkirina vê derê bihayeke gelek zêde dixwazin. Ji ber qeyrana aboriyê li gor salên borî bihayê standan 2-3 qat zêdetir bûye.”

Ji xeynî weşanxaneyên Kurdî, Weqfa Îsmail Beşikci jî bi pirtûkên xwe yên Kurdî û Tirkî di fûarê de cih digre. Her wiha civaknas Îsmail Beşikci jî di maweya fûarê de wê pirtûkên xwe îmze bike.

Civaknas Îsmail Beşikci diyar kir “Li vê derê îmzekirina pirtûkan hestekê gelek xweş e. Her wiha bo demekê kurt be jî, dema bi hevalên tên serdana me dikin re diaxivim ez kêfxweş dibim.”

Li seranserê fûarê wê bi giştî 2 hezar û 200 nivîskar û şair di rojên îmze û gotûbêjan de amade bin. Wê di maweya fûarê de gelek nivîskarên Kurd jî kitêbên xwe ji bo xwînerên xwe îmze bikin.

Nivîskar Recep Dildar ragihand “Ez gelek kêfxweş im ku wek nivîskarekî Kurd li fûara TUYAPê ya Stenbolê kitêbên xwe îmze dikim. Lewra miletê me li Stenbolê gelek zêde ne. Ji sê paran yek Kurd in.”

Dîroknas û nivîskar Celal Temel anî ziman “Em Kurd jixwe nikarin pirtûkên xwe zêde belav bikin. Rewşa aboriyê li holê ye. Fûar ji bo me wek fersendek çêdibe. Ku em karibin pirtûkên xwe bigihînin xwîneran. Lê mixabin dîsa jî gelek zehmet e.”

Nivîskar Dağistan Karakoç dibêje “Şert û mercên aboriyê, jiyîna Kurdan û heytehola bajarê mezin Kurdan ji xwendinê dûr xistiye.”

Li aliyê din wê gelek nivîskarên navdar jî ji bo piştgirîdayîna hevserokê berê yê HDPê Silhedin Demirtaşê zindanî, pirtûkên Demirtaş îmze bikin.

Nivîskar Yavuz Ekinci diyar kir “Em îro ji bo pirtûkên Silhedin Demirtaş îmze bikin li vê derê ne. Ez di vê baweriyê de me ku di demekê nêz de Demirtaş were vir û pirtûkên xwe îmze bike.”

Di nava salekê de ji ber bilindbûna nirxê dolar li beramberî lireyê Tirkî mesrefên kaxiz û çapkirina pirtûkan ji sedî 300 zêde bûye. Weşanger û xwîner ji ber bihabûna pirtûkan bi gilî û gazinc in.

Xwîner Bêrîvan Altay ragihand “Bihayê pirtûkan pir zêde ye. Ez jî wek herkesî ji bihayê zêde gazin dikim. Dexwezla bihayê wan hinek kêm bûya.”

39.Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku îsal bi slogana “pirtûk vedigere bajêr” birêve diçe, ji 350 hezarî zêdetir cureyê pirtûkan tê de cih digre. Di fûarê de ji gelek welatan weşanxane jî beşdar in û wê ji 300î zêdetir çalakiyên hunerî bê sazkirin. Fûar wê heta 11 Kanûnê berdewam bike û tê çaverêkirin ku di maweya 9 rojî de 750 hezar kes serdana wê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 217 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:23:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x