Tev-Ger: Guh Bidin Xanî Newrozê Li Gor Eslê Wî Pîroz Bikin

Tev-Ger (Tevgera Ciwanên Kurdistanê), bi peyamekê cejna newrozê li xelkê Kurdistanê pîroz kir

20.03.2017, Pts - 13:47

Tev-Ger: Guh Bidin Xanî Newrozê Li Gor Eslê Wî Pîroz Bikin
Nuçe Belav bike

Di peyama Tev-Gerê van îfadeyan cih bu;

Newroz her çi qas di nava miletê Kurd de bi destana Kawayê Hêsinkar hatibe sembolîzekirin jî, di rastiyê de dîroka Newrozê digihêje damezrandina Împaratoriyeta Medan. Ji ber ku împaratoriyeta Medan Îparatoriyeteke Kurdan e û bi damezrandina wê împaratoriyetê miletê Kurd ji bindestiya Asûrîyan rizgar bûye, ji bo me wateyên wê yên vejînê, rizgarbûnê, azadiyê, aramiyê hene. Ji xwe Hêsinkar Kawayê ku Dehaqê zalim dikuje, sembola wê rizgariyê ye.

Miletê Kurd ji mêj ve ye Newrozê wek rojeke nû, destpêka jîyaneke nû û aram pîroz dike. Loma pîrozbahiya Newrozê wek şahiyê ye, wek seyranekê ye ku gel digihêje hev û vê kêfxweşiyê bi hevûdu re par ve dike. Ev çandeke û tesîra xwe li ser edebiyata Kurdan jî kiriye. Fîlozofê mezin Ehmedê Xanî di berhema xwe ya navdar “Mem û Zîn” de qala Newrozê û awayê pîrozkirina wî dike ku Mem û Zîn hevûdu roja Newrozê dinasin. Helbet evîna Mem û Zînê du alî ye. Him evîna di navbera jin û zilamekê de ye û him jî evîna di navbera Kurd û Kurdistanê de ye. Loma Newroz bi aliyekê xwe jî ji bo Kurdan roja evîna welat e û di nava xwe de hesreta wê roja serxwebûnê dibarîne.

Bes li ser meseleya Newrozê jî dixuye ku em mileteke xwedî çandeke çi qas dewlemend û xwedî dîrokeke çi qas qedîm in. Lê mixabin di encama bindestiya sedsalan de em ji dîroka xwe û çanda xwe dûr ketine. Em ji asta hikumraniya cihanê daketine wê astê ku êdî ji bo parastina çanda xwe û dîroka xwe nikarin bertekekê nîşan bidin.

Bi salan dewletên dagirker xwestin Newrozê qedexe bikin. Lê giyana têkoşer a miletê Kurd, li hember dagirkeran neşikest û miletê Kurd li hember hemû zordestiya dagirkeran li çanda xwe, li dîroka xwe xwedî derket. Îradeya miletê Kurd neşikest lê zordariya dagirkeran şikest û di encama têkoşîna miletê Kurd de îro li tu derê cihanê Newroz ne qedexeye. Bi tenê li başûrê rojavayê Kurdistanê qedexeye. PYD/PKK ku eşkere li dijî dewletbûna Kurdistanê têdikoşe, niha jî bi qedexekirina Newrozê li başûrê rojavayê Kurdistanê dixwaze dîroka me, çanda me bifetisîne. Bi salan li bakûrê Kurdistanê Newrozê ji wateya wî dûr xistin û ji bo xwe kirin amûrê propagandaya xwe. Îro êdî eşkere dixwazin karê ku dagirkerên Kurdistanê bi ser neketine û nêvcî maye ew temam bikin. Dixwazin giyana têkoşînê ya miletê Kurd bişkînin.

Newroz roja vejînê ye, roja xurtkirina giyana berxwedan û têkoşînê ye. Newroz roja bidawîanîna hesreta wê roja serxwebûnê ye. Miletê Kurd ku bi sedsalan li hember hemû zilm û zordariyan li dijî dagirkeran neşikest, wê li dijî dûvikên dagirkeran jî neşikê û qedexeyên wan nas neke.

HDP/PYD/PKK li başûrê rojavayê Kurdistanê (ku li wê derê bi piştgiriya rejima Sûrî desthilatdar in)pîrozbahiyên Newrozê qedexe dike lê li bakûrê Kurdistanê ji bo karibe pîrozbahiyan li dar bixe ji dewletê destûr dixwaze. Ev bûyer bixwe nîşan e ku HDP/PYD/PKK Newrozê bi tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û bi hêstên miletê Kurdi dilîze.

Em bangî miletê Kurd dikin ku guh bidin fîlozofê mezin Ehmedê Xanî û Newrozê li gor eslê wî pîroz bikin. Em bang dikin ku miletê Kurd xwe neke parçeyeke lîstikê dûvikên dagirkeran û li tu derê beşdarî organîzasyonên Newrozê yên HDP/PYD/PKK nebe.

Em bi hêvî û baweriya ku wê miletê Kurd wekî ku bersîva dagirkeran da bersîva dûvikên wan jî bide û bi giyana Key Qûbad û Keya Aksar Cejna Newrozê li hemû Kurdistaniya pîroz dikin. Di wê roja vejînê de em wateya Newrozê nîşanî hemû cihanê bidin. Newroz serxwebûn e, ne lîstikê destê dûvikan e.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

20.03.2017

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1518 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:54:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x