Vogue: Dîzaynera Kurd bi rêya modayê ciwaniya çanda xwe diparêze

Çapa Erebî ya Kovara Vogue ya Amerîkî ya modayê belav kiriye, keça hunermend Homer Dizeyî, Lara Dizeyî ku karê dîzayna cilûbergan dike, bi rêya dîzaynên xwe ve ciwaniya çanda Kurdî diparêze.

19.04.2023, Çar - 13:25

Vogue: Dîzaynera Kurd bi rêya modayê ciwaniya çanda xwe diparêze
Nuçe Belav bike

Kovara Vogue ya Amerîkî derbarê karên dîzaynera Kurd Lara Dizeyî de nivîsandiye: “Lara ji hemû tiştên li derdorê, îlham werdigre.”

Vogue amaje bi duyem koleksiyona karên Lara Dizeyî dike û dibêje: “Wênegirtina dîzaynekê li Çiyayê Sefîn, ciwaniya dîmena nuwaze ya niştimana xwe nîşanî cîhanê dide.”

Kovara Vogue, kovareke mehane ya Amerîkî ye ku girîngiyê dide moda, şêwaza jiyan, kultûr û çendîn mijarên din, ku yek kovarên herî kevn ên modayê tê dîtin, ku hejmara wê yekem di sala 1892an de hatiye çapkirin.

\"\"

\"\"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 406 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:22:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x