Wan: Gund bi gund geriyan û çîrokên jibîrkirî ji nû ve tomar kirin

Li Wanê rojnameger û lêkolînerên Komeleya Ekolojî û Medyaya Jinê gund bi gund geriyan û çîrokên jibîrkirî yên gelêrî bi dîmen tomar kirin.Projeya “Çîrokên Serhedê”, Hezîrana 2023yan dest pê kir û Çiriya Paşînê jî bidawî bû.

05.12.2023, Sal - 19:07

Wan: Gund bi gund geriyan û çîrokên jibîrkirî ji nû ve tomar kirin
Nuçe Belav bike

Dîmenên ku di çarçoveya projeyê de hatine kişandin li ser kanala YouTubeyê ya “Komeleya Ekolojî û Medyaya Jinê” hatin weşandin.

Çîrokên hatine berhevkirin jî bi hevkariya “Weşanên Sîtavê” wekî pirtûk hatin weşandin.

Ji tîma projeyê Zelal Sahidenur Sarî, Yeşim Karaagar û Zafer Avnaş di daxuyaniyekê de behsa xebatên xwe kirin.

Di daxuyaniya ku li ser navê “Çîrokên Serhedê” hat dayîn de behsa girîngiya projeyê û plansaziyên paşerojê jî hatin kirin.

Proje bi piştgiriya Bernameya Yekitiya Ewropayê ya Sivîl Bifikire bidawî bû.

Daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Me sala 2022an, bi hevakrên xwe yên rojnameger û çalakvan re Komeleya Ekolojî û Medyaya Jinê ava kir.

Xebata me ya yekem jî Çîrokên Serhedê ye û me bi piştgiriya Bernameya Yekitiya Ewropayê ya Sivîl Bifikire temam kir.

Me bi projeyê re çand û pîşeya xwe kir yek. Kameraya me li ser milê me bû û em gund bi gund geriyan.”

“Bila çîrokên Serhedê winda nebin”

Komeleya Ekolojî û Medyaya Jinê diyar kir ku Çîrokên gelêrî, bi devkî hebûna xwe parastine lê roj bi roj têne jibîrkirin û got:

“Armanca me ew bû ku çîrokên Serhedê winda nebin û neyên jibîrkirin.

Çîrokên me li navçeyên Wanê hatin tomarkirin. Çîrok ji aliyê 3 jin û 2 mêr ên ku temenê wan bi ser 60 salî re têne gotin.

Me dîmenên xebata xwe jî li ser kanalê xwe yê YouTubeyê parve kiriye.

Şêwekar Şîrîn Çelîk, xebatên me xêz kir û me bi alîkariya Weşanxaneya Sîtavê tomar kir.

Me pirtûk û dîmenên xwe belaş parve kirin.

Di pirtûkê de çîrokên Xanê Lepzerîn, Gulendam, Rovî û Pîrê, Kevlê Ga û Xelîfê Bexdayê cih digirin.”

“Ji bo çanda me arşîveke”

Endamên komeleyê herwiha da zanîn ku ji bo berdewamiya projeyê ew dê dixebitin û got:

“Ji bo me nirxeke girîng e. Ango ji bo berdewamiya çanda me arşîveke girîng e. Em wekî tîma projeyê, ji bo alîkariyên we spas dikin.”

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 374 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:43:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x