Weşanxaneya Kil, Pirtûka Çetîn Lodî a bi navê “Etar” çap kir.

Weşanxaneya Kil, çapkirina pirtûka Çetîn Lodî a bi navê “Etar” raihand.

20.07.2022, Çar - 13:54

Weşanxaneya Kil, Pirtûka Çetîn Lodî a bi navê “Etar” çap kir.
Nuçe Belav bike

Weşanxaneya Kil\'ê di derbarê danasîna weşandina pirtûka Çetîn Lodî a bi navê “Etar” de daxûyanîyek weşand.

Weşanxane daxûyanîya xwe ya ku derbarê Nivîskar û pirtûkê de ev tişt anîn ziman:

Me wek weşanxaneya Kil’ê Pirtûka Çetîn Lodî a bi navê “Etar” çap kir.

“Etar” ji 138 kurteçîrokan pêk tê. Ev çîrok bi giştî li ser serboriyên nivîskar ava bûne. Nivîskar dema ku etarî kiriye rastî bûyerên cuda cuda hatiye, van mijarên cihêreng di vê pirtûkê de cihê xwe girtine. Taybetiya van çîrokan ew e ku çîrok hem kenewer in, hem ecêb in, hem jî rastiya jiyana civakê derdixin holê. Lodî bi vê berhemê bi awayekî hosteyane vegotina xwe domandiye û wî daye nîşan ku ew bi kurteçîrokên xwe çanda devkî bêmihnet neqlî nivîsê dike.

Çetîn Lodî kî ye?

Çetîn Lodî di sala 1978’an de li gundê Lodê ya girêdayî Dihê hatiye dinê. Helbest û nivîsên wî di kovarên weke Çirûsk, Tîroj, W û Nûbiharê de hatine weşandin.

Pirtûkên Wî:

1-Rê û Rê (Helbest)2015/Weşanên Na/Îzmîr.

2-Çavên Şevînî(Helbest) Çapa 1. 2016/Weşanên J

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 532 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:31:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x