Xelata Cemal Nebez pêşkêşî Zara Mihememdî hate kirin

Yekemîn Xelata Cemal Nebez pêşkêşî mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihememdî hate kirin.

22.03.2023, Çar - 11:13

Xelata Cemal Nebez pêşkêşî Zara Mihememdî hate kirin
Nuçe Belav bike

Komîteya dabeşkirina Xelata Cema Nebez di daxuyaniyekê de ragihand, weke rêzgirtinek bo hewl û xebata bê navber û xwebexşane ji bo fêrkirina zimanê Kurdî, berevanî li mafên bingehîn yên zimanê dayîkê, rûbirbûna înkara nasnameya Kurdî, ew wê xelatê pêşkêşî “Zaraya Nîştiman” ango Zara Mihemed a mamosteyê Kurdî dikin.

Rêkxerê Komîteya Xelata Cemal Nebez, Sêrwan Rênas ji Rûdawê re got, ew dê hewl bidin Zara Mihemedî bangî Berlînê bikin û li wê derê xelat pêşkêşî wê bikin.

Mamosataya Zimanê Kurdî û ji damezrînerên Encûmena Nûjîn Zara Mihemedî xelka bajarê Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye û sala 2020ê, bi tometa têkdana asayişa nîştimanî ya Îranê, 5 salên zîndanê bi ser de hatibûn sepandin, şeva 10ê Sibata îsal hatibû azadkirin.

Xelata Cemal Nebez li Berlînê ji kesayetên wek siyasetmedar, zanyar, mamoste, hunermend û hwd re tê dayîn ku xizmeta ziman û çanda Kurdî kirine.

Xelata Cemal Nebez li Berlinê 2 salan carekê bi merasîmekê tê dayîn. Xelat Prof. Dr. Cemal Nebez ji aliyê Weqfa Cemal Nebez ve, bi pêşengiya hevjîna wî ya bi eslê xwe Alman Hannalor Kveshlar tê dayîn.

Li bajarê Silêmaniyê jî her sal Xelata Cemal Nebez ya Pênûsa Zêrîn tê dayîn. Xelata Cemal Nebez a Pênûsa Zêrîn ku yekem di sala 2021an de hat dayîn, ji akademîsyenê Kurd Celîle Celîl re û ya duyemîn jî di sala 2022an de ji profesorê Hollandî Michiel Leezenberg re hat dayîn ku li ser dîroka Kurdan lêkolînên wî hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 405 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:25:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x