Zanîngeha Dîcleyê dê 25 xwendekarên lîsansa Kurdî wergire

Serokê Beşa Kurdolojiyê yê Zanîngeha Dîcleyê Doç Dr. Osman Aslanoglu eşkere kir ku dê beşa Ziman û Edebiyata Kurdî îsal 25 xwendekarên lîsansê wergire.

28.05.2024, Sal - 10:20

Zanîngeha Dîcleyê dê 25 xwendekarên lîsansa Kurdî wergire
Nuçe Belav bike

Serokê Beşa Kurdolojiyê Doç. Dr. Osman Aslanoglu li ser hesabê xwe yê Facebookê eşkere kir ku Komîteya Xwendina Bilind (YOK) daxwaza wan a standina 25 xwendekarên lîsansê qebûl kiriye.

Akademîsyen Osman Aslanoglu ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku li fakulteya edebiyatê ya zanîngehê beşên Ziman û Edebiyata Farsî, Ziman û Edebiyata Erebî û beşa Ziman û Edebiyata Kurdî heye.

Heta niha wan ji bo beşa ziman û edebiyata Kurdî xwendekarên lîsansa bilind werdigirt, îsal YOKê qebûl kiriye ku ew xwendekarên lîsansê jî wergirin.

Aslanoglu amaje bi wê yekê jî kur ku li gorî pûanên Ezmûna Saziyên Xwendina Bilind (YKS) 25 xwendekarên beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Dîcleyê tercîh bikin dê li wê beşê dest bi xwendinê bikin.

Heta niha li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê, Zanîngeha Mûşê li Zanîgeha Çewlîkê beşên ziman û edebiyata Kurdî vebûne û bi sedan mamostayên Kurdî di wan beşdan de xwendina xwe bi dawî kirine.

 

Vî nûçeyê tevayî: 524 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:22:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x