2 hezar ton henarên Kurdistanê henardeyî derve tên kirin

Mesrûr Barzanî wêneyê kamyonekî barhelgir a henarde kirina henaran bo derveyî welat belav kir û ragehand: ‘’Me soza ku dabû gehande cîh’’ bazirganekî henaran jî ragehand îsal du hezar tonên henaran henardeyî derveyî welat dikin.

03.12.2022, Cts - 09:08

2 hezar ton henarên Kurdistanê henardeyî derve tên kirin
Nuçe Belav bike

Serokwezire Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wêneyê kamyonekî barhelgir a henarde kirina henaran bo derveyî welat belav kir û ragehand: ‘’Me soza ku dabû gehande cîh’’ bazirganekî henaran jî ragehand îsal du hezar tonên henaran henardeyî derveyî welat dikin.

Rêveberê şîrketa Sazan Fereydun Namdar vê derbarê de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gor peymana ku me kiriye, îsal 2 hezar ton henar dê henardeyî derve bikin û ji bo wê jî me dest bi henardekirinê kiriye û heta naha me 500 tonên henaran şandiye.’’

Herwaha got, ew henarên tên şandin ên Helebce û Zaxo ye, ji çar welatan re tên şandin ew jî Qeter, Kuwêt, Îmarat û Brîtanya ne.

Navborî got, bernameya wan heye ku henarên Herêma Kurdistanê bikin markayekî cîhanî û ji bo salên pêş jî dê henardeyî navçeyên din jî bikin, lê bi mercê kalîte û xwedî tamekî baş bin û di asta standart de bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 235 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:55:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x