Aborînas: Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê dê di warê aborî û siyasî de encamên erênî bi xwe re bîne

Piştî îmzekirina rêkeftina hinardekirina petrolê di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de, aborînas û şîrovekarên siyasî û darayî, pesnê rêkeftinê didin û tekez dikin ku dê di dema niha û paşerojê de, hem di warê aborî û hem jî di warê siyasî de encamên gelek erênî bi xwe re bîne, bi taybet ku ev rêkeftin piştî 20 salan ji nakokiyên tund ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin.

06.04.2023, Per - 08:04

Aborînas: Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê dê di warê aborî û siyasî de encamên erênî bi xwe re bîne
Nuçe Belav bike

Di vê derbarê de, şîrovekarê siyasî Doc. Selah Bûsî ji K24ê re got: “Rêkeftinê atmosfereke bi temamî nû çêkiriye, ji ber wê jî divê siyasetmedar sûdê ji aramiya ku rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêkiriye bibînin. Berê gelek pirsgirêkên helawîstî hebûn ku li pêşiya xebatên saziyan dibûn astengî.”

Her wiha şîrovekarê siyasî Celîl Ellamî got: “Rêkeftin dê hemû pirsgirêk û kêşeyên hilawîstî yên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de çareser bike, ji wan jî madeya 140, yasaya petrol û gazê û pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya giştî.”

Destkeftên aborî yên rêkeftinê ne ji destkeftên siyasî kêmtir in, ji wan jî babeta bûdceyê, weke ku aborînas dibêjin, dahata petrolê dê zêde bibe û dê bûdceyê jî dewlemendtir bike.

Pisporê aboriyê Basim Cemîl di vê derbarê de dibêje: “Rêkeftin dê xizmeta bûdceyê jî bike, ji ber ku bûdce girêdayî petrolê ye. Dahata rojane 400 heta 450 hezar bermîl e, ev jî dahateke mezin e ji bo bûdceyê û dê bibe belgeya vegerandina baweriyê di navbera Bexda û Herêmê de.”

Nakokiyên ku ev 20 sal in di Hewlêr û Bexdayê de berdewam bûn, tê çaverênkirin ku çareser bibin, her wiha tê çaverêkirin jî encamên wê yên erênî, bibe destpêka gelek rêkeftinên din ji bo niha û ji bo pêşerojê jî, wek ku şîrovekar dibêjin jî, ev dibe destpêka çendîn rêkeftinên din ên siyasî û aborî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 382 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:21:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x