Çekya dixwaze geştyaran bişîne Duhokê

Parêzgeha Duhokê hewla rakişandina geştyarên Ewropî dide, ji bo vê yekê jî Konsulê Çekya yê li Herêma Kurdistanê, ligel Rêveberiya Geştyariya Duhokê behsa vê mijarê kiriye.

26.12.2022, Pts - 14:21

Çekya dixwaze geştyaran bişîne Duhokê
Nuçe Belav bike

Duhok ji aliyê hejmara cihên geştyariyê ve parêzgeha herî dewlemend a Herêma Kurdistan û Iraqê ye û 15 hezar cihên razanê ji bo geştyaran li wê parêzgehê hatine dabînkirin.

Heta dawiya meha Mijdarê ya îsal, 2 milyon û 430 hezar geştyar bo seyrangeh û cihên geştyariyê yên parêzgeha Duhokê geşt kirin.

Rêveberê Geştyariya Duhokê Xeyrî Elî di wê baweriyê de ye ku bi temambûna çend projeyên nû yên geştyariyê, geştyarên zêdetir û dibe ku geştyarên Ewropî jî serdana parêzgeha Duhokê bikin.

Xeyrî Elî ji Kurdistan24ê re ragihand, Kabîneya Nehem girîngiyeke mezin bi sektora geştyariyê dide. Sala bê qonaxa duyem a projeya geştyariyê ya Çiyayê Zava dest pê dike û ev jî dê bibe sedema rakişandina geştyarên zêdetir. Gelek welat dixwazin geştyaran bişînin parêzgeha Duhokê û di dema borî de Konsulê Çekyayê serdana Rêveberiya Geştyariya Duhokê kiriye û behsa vê mijarê kirine.

Li gor amarên Rêveberiya Geştyariya Duhokê, îsal 81 cihên nû yên geştyariyê li wê parêzgehê hatine vekirin. Niha li Duhokê nêzîkî 900 cihên geştyariyê û 250 seyrangeh û cihên sirûştî hene.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 238 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:03:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x