Di navbera Iraq û Îran'ê de peymana neftê Kerkûk'ê

Hat ragihandin ku Iraq û Îran mijara neft a Kerkûk'ê de lihev hatine.

31.07.2017, Pts - 12:38

Di navbera Iraq û Îran'ê de  peymana neftê Kerkûk'ê
Nuçe Belav bike

Wezaretên Petrolê ya Iraq û Îran'ê ragihandin ku jibo îhracat a petrolê peymanek nû îmze kirine.

Wezîrê petrola Îranê Bîjen Zengene daxûyand ku Tehran û Bexda mijara çêkirina xeta lûlê de lihevkirine.

Zengene dibêje ku; "Di hevdîtinan de hem jibo bazara neftê, hem jî jibo xebatên herdû aliyan hevdîtinande hatiye gotubêj kirin. Di demên berê de jiber biryardana înşakirina xeta lûle di navbera Kerkûk û Îran'ê de peymanek nû hat îmzekirin."

Wezîrê petrola Iraq'ê Jabar Alî al- Lûaîbî jî got; ev peyman wê demek nêzikde bête îmzekirin û xebatên me jî çarîka 2018'an de tê destpêke.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1547 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:15:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x