Dr. Umêd Sebah: Li ser proje yasaya budceya 2023yê em geheştine rêkeftinekî serekî

Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah ragehand, li gel Serokwezîrê Iraq a federal, li ser projeyasaya budceya 2023yê geheştine rêkeftinekî serekî û lihevtêgeheştinekî baş di navbera herdu aliyan de çêbûye.

27.02.2023, Pts - 05:49

Dr. Umêd Sebah: Li ser proje yasaya budceya 2023yê em geheştine rêkeftinekî serekî
Nuçe Belav bike

Îro 26.02.2023yê Dr. Umêd Sebah di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: Wek şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexda, li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya ne.’’

Herwaha ragehand: ‘’Di civînê de piştî gotûbêjên derbarê mijarên hatine cemidandin ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, li ser projeyasaya budceya 2023yê geheştine rêkeftinekî serekî û lihevtêgeheştinekî baş di navbera herdu aliyan de hebûye.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 218 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:51:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x