Ebadî: Em pabendî dayîna mûçeyên Kurdistanê ne

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku ew pabendî dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê û pirsgirêka hejmara karmendan, dê li hember dayîna mûçeyan nebe asteng.

03.01.2018, Çar - 05:52

Ebadî: Em pabendî dayîna mûçeyên Kurdistanê ne
Nuçe Belav bike

Heyder Ebadî di konferanseke rojnamevanî de diyar kir: “Em pabendî dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ne û ev ne derew e. Ji bo zanîna rewşa karmendan, me lijne şandin, li cem me mekanîzmayên lêkolînê hene, di mijara hejmara karmendan de pirsgirêkeke mezin heye, lê ev pirsgirêk dê li ser dayîna mûçeyan nebe asteng. Me bi Wezareta Perwerdehî û Wezareta Tendirustiyê dest pê kir, çimku ew xizmetên bingehîn pêşkêşî hemwelatiyên li Kurdistanê dikin.”

Ebadî herwiha li ser bûdceya Herêma Kurdistanê jî destnîşan kir: “Me niha bûdceya 2018an li gor hejmara niştecihan diyar kiriye û di vê bûdceyê de dadmendî heye. Bûdceya %17 ne li ser ti bingehek bû, beriya niha rêkevtina siyasî li ser bû, rêkevtin ew bû ku piştgiriya min dikir û ez jî wê pereyê bidim. Ez wisa nakim, parlemento ev yek red kiriye û min jî rizamendî nîşan neda.”

Serokwezîrê Iraqê aşkere kir, ku "parastina hemwelatiyan karekî giring e, ji ber vê yekê ji aliyên ewlehiyê re hatiye tekezkirin, kesên ku gulleyên rasteqîn bi kar bînin, dê werin darizandin".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1479 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:03:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x