Festîvala yekê ya hinar û hingivînî li Zaxoyê dest pê kir

Festîvala yekê ya hinar û hingivînî li Zaxoyê dest pê kir. Bi dehan cotyar û mêşvan tevlî wê festîvalê bûne û armanca festîvalê berbazarkirina berhemên cotyar û mêşvanan e.

18.10.2023, Çar - 10:55

Festîvala yekê ya hinar û hingivînî li Zaxoyê dest pê kir
Nuçe Belav bike

Îro roja Çarşemê, 18ê Cotmeha 2023ê, festîvala yekê ya hinar û hingivînî li Pira Delalê ya Zaxoyê dest pê kir û 30 cotyar û mêşvan tevlî wê bûne. Rêveberê Giştî yê Çandinê li Zaxoyê, Mihemed Selman, ji ajansa K24ê re ragehand, “armanca me ji vê festîvalê ew e ku berhemên mêşvan û cotyarên xwe li sinorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê nîşanî xelkî bidin”.

Wekî Mihemed Selman behs dike, ax û seqayê devera Zaxoyê ji bo karê çandinê gelek guncayî ye, vê yekê jî wesa kiriye ku salane berhemên navxweyî yên cotyarên me zêde bibin, wekî hinaran û hingivînî, lewma jî me xwest bi rêya vê festîvalê berhemên wan nîşanî we bidin”.

Rêveberê Giştî yê Çandinê li Zaxoyê amaje da wê yekê jî, cotyar daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku arîkariya wan bike û ji bo berbazarkirina berhemên wan kar bike. Di eynî demê de ew daxwazê dikin ku av û pêdivîtiyên din ji bo wan bên dabînkirin. Helbet hikûmetê jî ev daxwaz li ber çav wergirtine û berdewam piştevaniya cotyaran dike”.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 284 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:05:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x