Girtina Deriyê Pêşabûr-Sêmalka ziyaneke mezin gihandiye bazirganan

Ev 12 roj in deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka yê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê girtiye û di encamê de ziyaneke mezin gihîştiye kompaniyên hatinûçûnê û bazirganiyê veguhestinê.

01.06.2023, Per - 13:17

Girtina Deriyê Pêşabûr-Sêmalka ziyaneke mezin gihandiye bazirganan
Nuçe Belav bike

Ev 12 roj in deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka yê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê girtiye û di encamê de ziyaneke mezin gihîştiye kompaniyên hatinûçûnê û bazirganiyê veguhestinê. Şofêr û kasibkar dibêjin, ji ber girtina derî zerareke mezin li wan bûye û eger girtina derî wiha berdewam be, dê karê xwe ji dest bidin.

Kompaniya veguhestina kelûpelan ji Herêma Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê her hefte 60 ton kelûpel dişandin. Mehane 30 ton kelûpel ji Rojavayê Kurdistanê dihate Herêma Kurdistanê.

Ji dema girtina Deriyê Pêşabûr-Sêmalka, karê wan rawestaye.

Rêveberê Giştî yê Kompaniya Kar li Herêma Kurdistanê Siud Gerşî: “Bi girtina Deriyê Pêşabûr-Sêmalka, em zerarê dibînin, ji ber ku divê mmehane em 10 heta 15 hezar dolar pereyên karmend û kiriya ofîsan bidin. Herweha em her heftî jî bi nêzîkî 15 hezar dolar kelûpelan dişînin û bi girtina dergeh em zererê dibînin."

Penaber Miyeser Îbrahîm 2 sal e weku şofêr li kompaniya veguhestinê kar dike. Bavê 4 zaroka ye û pariya jiyana wî û zarokên wî niha li ser wî karî ye. Girtina Deriyê Pêşabûr –Sêmalka ew kiriye di tirsê de ku karê xwe ji dest bide.

Penaber Miyeser Îbrahîm dibêje: “Eger Deriyê Pêşabûr-Sêmalka bi vî rengî ma girtî, reng e kompanî dergehê xwe bigre û eger kompanî dergehê xwe girt, helbet karê me jî dê were rawestandin.”

5 kompaniyên Rojavayê Kurdistanê karê veguhestinê dikin. Berî girtina deriyê bi 3 rojan hejmareke barhilgirên sarker ji Bexdayê ku tê de madeyên xwarinê hene gihîştine Hewlêrê, lê derbas nebûne.

Bazirgan Şoreş Tariq her hefte 8 barhilgirên li gel barekê cilûbergan dişîne Rojavayê Kurdistanê. Her barhilgirek 2500 dolaran li ser radiweste. Bi gotina wî eger rewş bi vî rengî bimîne, zerar mezintir dibe.

Bazirgan Şoreş Tariq dibêje: “Em her hefte 8 barhilgiran dişînin, wate di van her 11 rojan de me bi 20 hezar dolaran zerer dîtiye.”

Ji 20 vê mehê Deriyê Pêşabûr-Sêmalka heta bo demeke nediyar hatiye girtin.

Dergeh ji bo rewşên mirovî, îqameyên Ewropî, rêxistinên navdewletî û bazirganiyê vekirî bû.

Bi girtina derî bandor li xelkê Rojavayê Kurdistanê yên li herdu aliyan dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 443 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:23:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x