Hewlêr û Bexda gihiştin rêkeftineke seretayî

Li gor zanyariyên ku ji jêderên agahdar û bilind ve ketine destê Tora Medyayî ya Rûdawê de, duh înê 31ê adara 2023an civîneke erênî li navbera nûnerên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê hebû û tê de li ser şêwazeke nû ya firotina petrola Herêma Kurdistanê bi rengê hevpar li hev kirin.

01.04.2023, Cts - 14:59

Hewlêr û Bexda gihiştin rêkeftineke seretayî
Nuçe Belav bike

Dê çend civînên din li pey vê rêkeftinê bên bona lihevkirin li ser zelalkirina girêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê û peydakirina kiryarên nû bi rengê hevbeş ji bo petrola Herêma Kurdistanê li bendera Ceyhanê. Bi vî awayî ev rêkeftin dê piştrastiyê bide şirketên berhemhêner û kiryarên petrola Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çend rojên derbasbûyî de nameyek ji Serokwezîrê Fedralî yê Iraqê Mihemed Şeyaa Sûdanî re şand û her wisa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi telefonê têkilî bi Mihemed Şeyaa Sûdanî re danî.

Li gor şirketên petrolê, îhtimaleke mezin heye ku di demeke herî nêzîk de rêkeftin di navbera her du Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de çêbibe.

Şirovekar û rêveberên şirketên şêwirmendiyê yên navdewletî, li ser danûstandinên navbera her du Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de dibêjin ku derfeteke mezin a lihevkirinê li navbera wan heye.

Şirovekarê enerjiyê li şirketa ASPEC Energy Richard Bronz dibêje, peywendiya Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta Mihemed Şeyaa Sûdanî peywendiyeke baş e û tew berî ragihandina biryara Dadgeha Navbijîvaniya Navdewletî li Parîsê, danûstandin di navbera her du hikûmetan de li ser vê mijarê hebûn.

Richard dibêje, zûtir ji dema ku tê pêşbînîkirin derfeta rêkeftinê li navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê heye û eger heye ku şandina neftê li bendera Ceyhanê van nêzîkan dest pê bike.

Rêvebirê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Qemer Enerjiyê Robin Mills li ser danûstandinên di navbera her du hikûmetan de dibêje, ew pêşbînî dike ku Bexda berpirsiyariya deynên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigire ser milê xwe û rêkeftin li navbera her du hikûmetan de bilez pêk were.

Kompanyaya Gulf Keystone-ê yek ji wan kompanyayên ku li Herêma Kurdistanê, li kêlgeha Şêxanê kar dike, ragihand ku rawestandina berhemanîna neftê li kêlgeha wan babeteke demkî ye û ew di wê baweriyê de ne ku dê her du Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê dê li ser destpêkirina hinartina petrolê li hev bikin.

Gulf Keystone ku li zeviya Şêxanê şirketa serkar e, ragihand ku dê ji roja înê ve wêstgeha berhemanîna hejmar 1 li zeviyê bigire û li wêstgeha hejmar 2 a şirketê berhemanîna neftê bidomîne û nefta berhemhatî li wêstgeha duyemîn embdar dike.

Şirketa Gulf Keystone-ê dibêje ku ew dikare heta du hefteyên pêş embarkirina neftê bidomîne.

Yek ji berjewendiyên ku Herêma Kurdistanê heye, ew e ku xwedî kapasîteya girîng a rafîneriya nefta xam e.

Ji ber hebûna parzûngehên şirketa Kargroupê, parzûngeha şirketa Lanazê li Hewlêrê û her wisa parzûngeha şirketa Qeywanê li Silêmaniyê. Herêma Kurdistanê dikare rojane nêzîkî 230 hezar bermîlên petrolê parzûn bike. Ji ber vê yekê jî nîvê petrola ku li Herêma Kurdistanê tê berhemanîn û vêga nikare bê hinartin, dikare ji parzûngehan re were şandin da ku benzînê û sotemeniyên din berhem bîne.

Hevdemî berdewamiya danûstanên navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser şandina neftê, rayedarên Amerîkayê Hewlêr û Bexdayê han didin ku li ser vê mijarê li hev bikin.

Di bersiva emaileke Rêveberê Ofîsa Rûdawê li Washingtonê Diyar Kurde de, Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ragihand "Me bang li hikûmetên Tirkiye û Iraqê kir ku hinardekirina petrolê bi rêya boriya petrola Iraq-Tirkiyê ji nû ve bidin destpêkirin. Qutkirina dabînkirina enerjiya cîhanê xizmeta berjewendiya tu kes û aliyekê nake."

Wezareta Derve ya Amerîka her wisa dibêje, "Wek çawa di meha sibatê de, Komîteya Bilind a Hevahengiya Amerîka û Iraqê li Washingtonê daxwaz kir, berpirsên Amerîka berdewam in li ser daxwazkirina ji berpirsên hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku pirsgirêka budce û hîdrokarbonê bi awayekî çareser bikin ku sûda wê ji bo welatiyên Iraqê hebe, bi wî rengê ku destûra Iraqê daxwaz dike."

Rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji bendera Ceyhanê bandoreke berbiçav li ser bazara petrolê dirust kir.

Di nava hefteyekê de ku bazara petrolê ji 400 hezar bermîlên petrol rojane ya Herêma Kurdistanê bêpar ma, bihayê petrolê bi awayekî navînî bi rêjeya ji %5.7 zêde bû.

Li dawîn roja mameleyên vê heftiyê li nêv sûka neftê, nirxê nefta Brent nêzî 80 dolarî bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 422 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:36:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x