Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê cardin dest pê kir

Ji ber erdheja duh a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qewimî, hinardekirina petrolê bi rêya boriya Herêm-Tirkiyê hatibû rawestandin.

08.02.2023, Çar - 07:04

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê cardin dest pê kir
Nuçe Belav bike

Piştî ku duh ji ber erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo derve hatibû rawestandin, Wezareta Samanên Sirûştî ragihand, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê cardin dest pê kir.

Ji ber erdheja duh a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qewimî, hinardekirina petrolê bi rêya boriya Herêm-Tirkiyê hatibû rawestandin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Samanên Sirûştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, şevî 7ê Sibata 2023an, di demjimêr 21:45 xulekan de, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi boriya Herêm-Tirkiyê dest pê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 432 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:17:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x