Iraq, Helebçe tune hesiband!

Di pêşnûmeya budçeya sala 2018'an a ku ji aliyê Hikûmeta Iraqê de hatiye amadekirin de Bajarê Kurdistanê Helebçe wek girêdayê Silêmanî dan nîşan û di budçeyê jê re tu parek dabeş nekirin.

04.12.2017, Pts - 07:20

Iraq, Helebçe tune hesiband!
Nuçe Belav bike

Tevî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê li parêzgehbûna Helebce mukir hatine û wek parêzgeh danûstandinê pê re dikin, di budceya Iraqê de navê Helebce nehatiye û ti pişkek jê re nehatiye diyarkirin û bi ser Silêmaniyê ve hatiye hejmartin. Şarezayên aboriyê dibêjin, ev kar jûî ziyanê digihîne Silêmanî û Helebce û pirsgirêkan çareser nake.

Cîgirê Parêzgeha Helebce Kawe Elî ji K24ê re ragihand, “Hewla me berdewam e ji bo diyarkirina budceya parêzgeha Helebceyê, ji bo vê armancê ligel fraksiyonên Kurdî yên di parlemantoya Iraqê û komîta darayî de axivîne. Hemû jî hevnêrînin ku pêwîst e mafê Helebceyê bê dan.”

Her girêdayî vê pirsê, endamê perlemantoya Kurdistanê dibêje, ne tenê rêjeya budce, lê pêwîst e budceyek ji Helebce re were danîn, ku qerebûya piştguhxistin û wêraniyê bide.

Her wiha komên farksiyonên Kurdistanê li hemberî vî biryarê bertek nîşandan û pêşnûmeya budçeya Hikûmeta Iraqê bi weşana belavokek ku 7 xalan pêktê ragihandin ku qebûl nekirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1558 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:57:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x