Ji Hewlêrê bo Bexdayê: Ev nayê qebûlkirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hikûmeta Iraqê xwast, reşnivîsa pêşniyarqanûna bûdceya sala 2018 ya Iraqê pesend neke ji ber ku bûdceya Kurdistanê hatiye kêmkirin ku ew jî ne qanûnî ye.

05.11.2017, Paz - 11:20

Ji Hewlêrê bo Bexdayê: Ev nayê qebûlkirin
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Iraqê dê îro reşnivîsa pêşniyarqanûna bûdceya sala 2018 ya Iraqê, ku ji aliyê Wezareta Darayî yaw î welatî ve hatiye amadekirin, pesend bike. Di wê reşnivîsê de bûdceya Kurdistanê ji %17 daketiye %12.7.

Hikûmeta Kurdistanê li ser vê mijarê daxuyaniyek da û nerazîbûna xwe li hember wê reşnivîsê nîşan da.

Hikûmeta Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye ku wê reşnivîsê pesend neke çimkî ew reşnivîs bêyî Herêma Kurdistanê hatiye amadekirin ji ber wê jî divê Herêma Kurdistanê tevlî civînên hesibandina bûdceya giştî ya Iraqê bibe.

Di daxuyaniya hikûmeta Kurdistanê de hatiye gotin ku Herêma Kurdistanê pêşwazî li destpêşxeriya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dike bo dabînkirina mûçeyê karmendên Kurdistnanê lê bi şertekî ku hejmara karmendên Kurdistanê neyê kêmkirin.

Hikûmeta Iraqê dibêje ew tenê dikarin mûçeyê 682 hezar karmendên Kurdistanê bidin lê hikûmeta Kurdistanê jî dibêje hejmara karmendên Kurdistanê milyonek û 249 hezar û 481 kes in.

Hikûmeta Kurdistanê nerazîbûna xwe li hember wê yekê jî nîşan daye ku Bexda yekser bi rêveberiya parêzgehên Kurdistanê re bide û bistîne û ragihandiye, eger wisa be wê çaxê Bexda Destûrê binpê dike ji ber ku hebûna Herêma Kurdistanê qanûnî û Destûrî ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1537 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:29:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x