Kurdistan heta 2019an ji krîza aborî xelas dibe

Pisporê Aborî Dr. Sebah Xoşnaw got Hikûmeta Kurdistanê hin rê dane ber xwe û dê bi wê yekê heta dawiya vê salê kirîza aborî bi dawî bibe.

30.07.2018, Pts - 06:09

Kurdistan heta 2019an ji krîza aborî xelas dibe
Nuçe Belav bike

Ji ber kêmbûna buhayê petrolê û şerê DAIŞê û hatina hejmareke mezin ji koçber û penaberan, herwiha Bexda jî para Kurdistanê ji budceya Iraqê nedişand, lewma Herêma Kurdistanê ketibû kirîzeke aborî mezin de. Piştî ku buhayê petrolê bilind bû, petrola Kerkûkê ji destê Kurdistanê derket û ew kirîz berdewam kir.

Derbarê vê kirîzê pisporê aborî Dr. Sebah Xoşnaw ragihand: “Aboriya Herêma Kurdistanê di qonaxeke pir dijwar de derbas bû, lê niha piştî rêkeftina Hikûmeta Kurdistanê û Bexda û şandina beşek ji mûçeyên fermanberan ji aliyê Bexdayê ve, êdî rewş baştir bûye û ew paşkeftina mûçeyê fermanberan kêm bûye û tevger ketiye bazarê de û proseya veberhênanê geşe kiriye.”

Herêma Kurdistanê çendîn girêbestên nû ligel şirketên mezin ên petrol û gazê îmze kiriye ji bo zêdekirina petrola ku tê hinardekirin.

Dr. Sebah Xoşnaw ragihand: “Eger rêjeya petrola Kurdistanê ya ku biryar e bê hinrdekirin bighê wê astê ku şirket kar li ser dikin, dê aboriya Kurdistanê geşe bike.”

Wî pisporê aborî wiha got: “Herwiha eger hikûmeta nû ya Iraqê ava bibe û rêkeftinên nû di navbera wê û hikûmeta Iraqê de çêbibin, dê ew jî bandorê li ser aboriya Kurdistanê bike û rewş dê baştir bibe. Herwiha Hikûmeta Kurdistanê çend prose dane pêşiya xwe wek çaksaziyê di mûçeyan de, ku ew jî dê bandorê li ser aboriya Kurdistanê bike.”

Xoşnaw wiha domand: “Tê texmînkirin ku heta dawiya vê salê kirîza aborî ya Kurdistanê bi dawî bûbe, lê bi mercê ku buhayê petrolê cardin gelekî daneketibe. Pêşbînî dikim ku destpêka sala bê kirîza aborî bidawî bê û fermanber hemû mûçeyê xwe werbigrin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1380 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:57:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x