Kurdistan, petrola xwe wê piranî bifiroşe Rûsyayê!

Li gorî daxûyaniya ku Herêma Kurdistan daye, tê gotin ku li gorî rêkaftinê, petrola ku li herêmê di derkeve wê para mezin ji R3usyayê re were firotin.

07.11.2017, Sal - 10:58

 Kurdistan, petrola xwe wê piranî bifiroşe Rûsyayê!
Nuçe Belav bike

Serokê Komîteya Pêwendiyên Darayî û Aborî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Izet Sabir ji Sputnikê re ragihand ku peymana di navbera Hewlêr û Rosneftê de hatî imzakirin, tê wê wateyê ku Rosneft ji % 60-70î tewaya nefta eksportê ya Kurdistanê di bin buhayên bazarê cîhanê de dikire.

Li gor ragihandina Izet Sabir, buhayê pakêta kontrata bi şîrketa rûsî Rosneftê re ji 3 milyar dolaran zêdetir e. Yek milyar dolar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re wek avans hatîye dayîn û hikûmetê jî bi wan pereyan deynê xwe yê ji bo şîrketa neftê ya Yekitîya Mîrgehên Ereb `Dana Gas` razî kirîye. Yek milyar dolar wê ji bo avakirina xeta borîyên gazê yên heta Ceyhana Tirkiyeyê bête terxankirin. Pereyên mayîn jî wê ji bo avakirina û pêşvebirina 5 blokên neftê yên li herêmê bêne cudakirin.

Di meha Sibata sala 2017'an de Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rosneftê peymana hevkarîya di warê neftê de imza kiribûn. Peymana hatî imzakirin ji bo kirîn û firotina neftê ya ji bo salên 2017-2019an bû. Di meha Îlonê de jî herdu alîyan li ser beşdarîya Rosneftê ya fînansekirina xeta borîyên gazê li Kurdistanê li hev kirin. Tê plankirin ku heta dawîya salê di navbera alîyan de peymaneke din jî bête imzakirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1393 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:27:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x