Li Amedê îsal berhemê genim û ceh ji ber baranê baş e

Li Amedê îsal baraneke baş bariya û metirsîya hişkesalîyê heta radeyeke nehişt. Di nava 4 salên dawî de baran weke pêwîst nedibariya û mesref jî zêde bibû, cotkar hatibûn wê astê ku dev ji çandinîyê berdin.

06.04.2023, Per - 11:53

Li Amedê îsal berhemê genim û ceh ji ber baranê baş e
Nuçe Belav bike

Li Amedê di çar salên borî de bi dehan hezar donim dexlê çandî, ji ber hişkesalîyê ji nav çû û zirar û zîyaneke zêde gîhîşt cotkaran. Lê îsal bi taybetî di destpêka Adarê de baraneke bihêz û zêde bariya, bendav tije av bûn û dilê cotkaran xweş bû, lê gazinên wan ji zêdebûna mesrefê heye.

Cotkar ji barana baranê gelek kêfxweş in. Ew dibêjin ev barana barî têr kir ku dexl û den xwe xilas bike. Li gor wan berhema îsal dê bi dilê wan be, lê li gel wê yekê ew ji mesrefên zêde yên çandiniyê gilîdar in. Li gorî Saziya Keşnasiya Tirkiyê ji 10ê mehê dîsa pêlek barana bihêz dê Amed û çendîn bajarê din bide ber xwe.

Endezyarê Çandiniyê Ferzende Goktimur dibêje: “Li vê herema çar pênc sal in hişkesalî hebû. Yanî genim, ceh û nîskê me îsal hemd ji xwedê re baş e, ji ber ku îsal baranek pir xurt hat û baranê deh panzdeh rojan berdewam kir. Niha jî genimê me hema êdî digihîje çokên me.”

Li Amedê îsal di zêdetirî 2 milyon donim erd de genim hatîye çandin û tê çeverêkirin ku zêdetirî milyonek ton genim were berhemanîn, lê ligel ku cotkar ji baranê kêfxweş in jî lêçûnên zêde yên çandinîyê bûye cîhê nerazîbûnan.

Cotkar Alî Tamaç dibêje: “Di hêla baranê de hemd ji Xwedê re baş e, Xwedê rehma xwe li me kir. Lê dîsa jî ji bela mesrefê kêfa me ne li cih e. Wate em vî genimê diajon, gubreya wî, tovê wî, dermanê wî,ç inîn û bîçera wî heta dawî dîsa serê donimê du hezar lîre li ser me disekîne.”

Li ser asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di warê berhemanîna genim de Amed di rêza çarem de ye û ligel genim bi çandiniya, ceh, nîsk, nok û garis ew bajarek berhemdar e. Niha piştî baranê cotkar û karker jî bi hêviyek zêde dest bi xebatên biharê yên çandinîyê kirine.

Karker Yagmur Tamaç jî got: “Erê baran barî têra wir kir, lê aşêv, bihok in,derman e.”

Karker Azad Tamaç dibêje: “Sala par hişkesalî bû, ji ber hişkesalîyê ne nîsk ne jî genim hat. Îsal xweş e. Îsal înşelah genim jî dê xweş be. Ji donimek dê 350 kîlo genim were. Nîsk jî dê 200-250 kîlo bide.”

Li gorî sazîyên pêwendîdar asta avê li bendavên bajêr zêdebûye û her waha sazîya keşnasîya tirkiyê jî pêşbînya wî yekê dikin ku ji 10 mehê şûn de pêlek din a baranê yê li gel amedê û çendin bajarê din yê destpê bike.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 250 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:10:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x