Li Duhokê navçeyeke nû ya pîşesaziyê tê vekirin

Li bajarê Duhokê navçeyeke nû ya pîşesaziyê ya otomobîlan tê vekirin û li cihê navçeya berê ya pîşesaziyê jî, baxçeyekî mezin tê dirustkirin.

28.01.2023, Cts - 06:43

Li Duhokê navçeyeke nû ya pîşesaziyê tê vekirin
Nuçe Belav bike

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, navçeya nû ya pîşesaziyê ya Duhokê li ser rûberê 300 donim, bi qasî 62 milyon Dolaran, di warê cîbicîkirinê de ye.

Derbarê naveroka projeyê de, Fermangeha Medya û Zanyarî eşkere kir, navçeya nû ya pîşesaziyê ya Duhokê ku ji pênc navçeyan pêk hatiye, dê bibe projeyeke hevçerx û pêşketî ya deverê û dikeve derwazeyê rojavayê bajarê Duhokê.

Ji aliyê xwe ve, Dilovan Berekat, xwediyê kompaniya cîbicîkar a vê projeyê ragihand, hemû pêwîstiyên ji bo ewên di projeyê de dixebitin an jî serdana navçeya nû ya pîşesaziyê ya Duhokê dikin, hatine dabînkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 249 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:05:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x