Li Hanoverê Konferansa aboriya Kurdistan û Almanya hat lidarxistin

Li bajarê Hanover a Almanyayê yekemîn konferansa karbidest û weberhênerên Almanya, Herêma Kurdistan û Iraqê berdewam e û tê gotin ku armanca vê konfransê jî ew e ku çêkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê ye.

07.09.2017, Per - 07:27

Li Hanoverê Konferansa aboriya Kurdistan û Almanya hat lidarxistin
Nuçe Belav bike

Weke ku rêkxerên konfransê ragihandine, armanca konfransê çêkirina peywendiyan û encamdana projeyên hevbeş di navbera karbidest û weberhênerên aliyên beşdar di konfransê de ye. Asta beşdariya Iraqê di konferansê de hem li ser asta hikûmetê û hem li ser asta karbidest û weberhêneran jî kêmtir e ji beşdariya Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Plandananê, Wezîrê Avedankirin û Nîştecêkirinê û Wezîra Şaredarî û Geştugûzarê yên Hikûmeta Herêma Kurdiastanê di konferansê de beşdar bûn. Di du rojên konferansê de, dê hinek panêl werin pêşkeşkirin û têde bo nerîna giştî ya Almanya û karbidest û kompanyayên wî welatî were zelalkirin ka Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare çi hêsankariyan bo kompanya û weberhênerên Almanî bike.

Elî Sindî di axaftina xwe de ragihand ku 100 kompaniyên Herêma Kurdistanê, 40 kompaniyên deverên din ên Iraqê û 100 kompaniyên Almanyayê di konfransê de beşdarin û dê konfrans du rojan berdewam be.

Her wiha Wezîrê Plandananê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Elî Sindî di konfransê de ragihand, konfransê dê bandor li ser zêdekirina weberhênanê li Herêma Kurdistanê hebe.

Wezîrê Plandanîna Herêma Kurdistanê behsa koçberan kir û ragihand, ku zêdebûna koçberan li Herêma Kurdistanê, hejmara nîştecihên Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 13 zêde kiriye.

Aliyek din Wezîrê Avedankirin û Nîştecîkirinê yê Herêma Kurdistanê Derbas Kosret Resûl jî ragihand, ku DAIŞ'ê bi qasî nêzîkî yek milyar dolarî ,ziyan gihandiye Herêma Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1458 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:08:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x