Li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bazarek hat vekirin

Bi amadebûna Parêzgarê Sineyê Îsmaîl Zarihî Kûşa û hejmarek berpirs û welatî, bazara sînorî ya Hengejalê hat vekirin.

14.09.2023, Per - 11:26

Li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bazarek hat vekirin
Nuçe Belav bike

Bazara sînorî ya Hengejalê dikeve ser sînorê parêzgeha Sineyê û Herêma Kurdistanê.

Parêzgarê Sineyê Îsmaîl Zarihî Kûşa di merasîma vekirina bazarê de ragihand ku vekirina Bazara Sînorî ya Hengejalê, derfeteke baş e ji bo geşedan û pêşkeftina aborî ya navçeya Bane û nîştecihên ser sînor.

"Bazar demkî ye"

Zarihî Kûşa diyar kir ku vekirina wê bazarê demkî ye û got:

“Em hêvî dikin bi pesendkirina yasaya rêxistina bazarganiya ser sînor û baştirkirina rewşa debarê, jiyana şêniyên ser sînor, rêkxistina bazariganiya ser sînor, dabînkirina derfetên kar û dahata nîştecihên ser sînor baştir bibe.

Projeyasaya ji aliyê hikûmeta niha ve hat amadekirin, ji parlamentoyê re hat şandin û naveroka wê ya giştî vê hefteyê hatiye pesendkirin.”

Destûr ji 100 corên kelûpelan re hatiye dayîn

Parêzgarê Sineyê têkildarî corên wan kelûpelên ku rê tê dayîn ku li wê bazara sînorî kirîn û firotina wan bê kirin wiha got:

“Rêpêdana 100 corên kelûpelan hatiye pesendkirin û dê Qeymeqamê Baneyê di demên pêş de lîsteya wan kelûpelan bi fermî ragihîne.”

Nûnerê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê yê Parêzgeha Sineyê Ebdullah Pûrzehebî jî got:

“Yek ji wan karên giring ên di hikûmeta niha de hatiye kirin, pêşxistina bazarên sînorî bûye ku bi kêfxweşî ve Bazara Sînorî ya Hengejalê ya Baneyê jî hat vekirin û ev yek jî karekî binirx e.”

Gundê Hengejalê li ser nehiyeya Nenûrê ya navçeya Baneyê ye.

Ev gund ji bakurrojavayê bajarê Sineyê 240 kîlometreyî dûr e û dikeve ser sînorê navbera parêzgeha Sineyê û Herêma Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:20:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x