Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Programa me ya giştgîr a darayî çendîn sûdên wê hene.”
Duh roja Înê 3ê Adara 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdeoyek belav kir û ragihand: “Programa me ya giştgîr a darayî çendîn sûdên wê hene.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Programa me ya giştgîr a darayî çendîn sûdên wê hene, ji wan; zêdetirî milyonek welatî dê berê xwe bidin hejmara bankî ya takekesî, pêşkêşkirina xizmetguzariya bankî ji bo kompaniyan, peredana dîjîtal a ji bo xizmetguzariyên giştî û berdestxistina amûrên xwendina karta bankî.”