Necmedîn Kerîm: Budçeya Kerkûkê Herêma Kurdistanê dide

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di merasîmekê de da xuyakirin ku tenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûdçeyê dide Kerkûkê.

24.04.2017, Pts - 06:28

Necmedîn Kerîm: Budçeya Kerkûkê Herêma Kurdistanê dide
Nuçe Belav bike

Kerîm di merasîma vekirina pireke Kerkûkê de ku îro pêk hat, bersiva pirsên rojnamevanan da.

Parêzgarê Kerkûkê li ser pirsa budçeya parêzgahê got, ‘Bexda dînarekî jî nade Kerkûkê. Tenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane 10 milyon dolar dide me ku ew jî diravê petro-dolar e."

Pireya nû ya Kerkûkê bi navê Pêşmerge Şêrko Fatîh Şiwanî ku di şerê DAIŞê yê li eniya Kerkûkê de jiyana xwe ji dest dabû hat vekirin. Şiwanî roja 31ê Çileya sala 2015an di şerê DAIŞê de can dabû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1671 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:08:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x