Referandûma Serxwebûnê qîmetê dolarê bilind kir

Ji ber lidarxistina referanduma Serxwebûna Kurdistanê li bazara Tirkiyeyê dolarê Amerîkî zêde bû. Dolar di saetên êvarê de 3.57 dît û îro jî 3.54'an dest bi rojê kir.

26.09.2017, Sal - 07:12

Referandûma Serxwebûnê qîmetê dolarê bilind kir
Nuçe Belav bike

Ji ber lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê li bazara Tirkiyeyê dolarê amerîkî zêde bû. Dolar niha di asta 3.5416an de ye. Petrola Brent 59.35 û buhayê zêrê ons jî hezar û 312 dolar e.

Ji ber lidarxistina referanduma serxwebûnê piştî 15ê Tebaxê yekemîn car e ku dolar ji 3.54'an derbasbû û derket 3.57'an.

Analîstên ekonomiye dibêjin dolar wê hewl bide ku li ser 3.50 bimîne. Lewma ne diyar e bê Tirkiye wê bertekên çawa li hemberî referandumê nîşan bide, ev bazarê dixe metirsiyê û lirayê tirkî qels dike. Ji hêla teknîkî ve heke dolar li ser 3.51ê bimîne wê hêzêdetir bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2850 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:28:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x